TJA: Viyanê riya me ronî dike 2021-02-02 15:56:35   AMED - TJA'yê di 15'emîn salvegera Fermandara YJA Star û endama Meclîsa PKK'ê Viyan Soran de peyama "Agirê ji bedena Viyan Soran berz bû têkoşîna azadiya jina kurd ronî kir." da.    Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Fermandara YJA Star û endama Meclîsa PKK'ê Viyan Soran a di 1'ê Sibata 2006'an de li dijî tecrîd û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir daxuyaniya nivîskî da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Viyanê bi çalakiya xwe rêya jinan ronî kir.    TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:   "Leyla Walî Hasan a bi nasnavê Viyan Soran di 1981'an de li Silêmaniya Kurdistana Federe ji dayik bû. Viyanê di 1997'an de beşdarî nava refên azadiyê bû. Viyan Soran a bi hişmendiya xwe û bi moralê xwe yê baş dihat naskirin di şeva 1'ê Sibatê ya 2006'an de li dijî tecrîd û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Viyanê li karwanên azadiyê bû nemir.    Çalakiya Viyanê rêya jinên kurd ronî kir. Viyanê di heman demê de bû sembola serhildanê. Agirê ji bedena Viyan Soran berz bû têkoşîna azadiya jina kurd ronî kir." da. Em di 15'emîn salvegera şehadeta Viyanê de wê bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wê ditewînin.   Jiyan serîhildan e!   Bijî serîhildana jinê!   Jin jiyan azadî"