Têkoşer Viyan Soran li Rojava hate bibîranîn 2021-02-02 15:41:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca salvegera 15'emîn bîranîna têkoşer Viyan Soran li navçey Til Temirê ya Kantona Hesekê, li Kantona Kobanê û bajarê Helebê civîn hatin lidarxistin.   Li navçey Til Temirê ya Kantona Hesekê, li Kantona Kobanê û li bajarê Helebê bi armanca salvegera 15'emîn a bîranîna têkoşer Viyan Soran (Leyla Walî), civîn hatin lidarxistin. Di civînan de bi dehan jin beşdar bûn û soza têkoşînê bi şopandina riya têkoşer Viyan dan.    'Em ê meşa têkoşîna Viyan Soran dewam bikin'   Bi armanca bîranîna salvegera têkoşer Viyan Soran, Rêxistina Kongreya Star li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê civîneke li dar xist.  Îro bi armanca bîranîna çalakiya Viyan Soran a 15'emîn, Rêxistina Kongreya Star li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê civîneke giştî ji jinan re organize kir. Civîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna endam û rêveberên sazî û dezgehên civaka sivîl hate çêkirin.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrwanên azadiyê nameya têkoşer Viyan Soran a ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo malbata xwe nivîsandibû, ji aliyê Rêvebera Kongreya Star a Til Temirê Gulîxan Tahir ve hate xwendin.    Piştî xwendina nameyê Gulîxan êrîşên ku li ser jinan bi giştî tên kirin bi bîr xist û wiha got: "Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin, di heman wextê de li ser jinên pêşeng jî tê meşandin. Viyan Soran çavkaniya hêz, îrade û têkoşîna jinan e. Êrîşên ku li ser Sêvê, Pakîze û Fatme hate kirin, ji êrîşên li ser jinên Efrînê ne dûr e û bi heman siyasetê de ye. Dewleta tirk a dagirker ji sekna Barîn, Arîn, Avesta û Hevrînan ditirsiya, ji bo wê ew qetil kirin. Lê nizanîbûn ku li peyî wan bi hezaran jin hene ku meşa wan dewam bikin. Em ê meşa jinên leheng bidomînin, da ku em Rêber Apo azad bikin."   Civîn bi dirûşma "Şehîd namrin" Jin jiyan azadî" bi dawî bû.    Li Kobanê jinan Viyan Soran bi bîr xistin   Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê ji bo bîranîna 15'emîn salvegera têkoşer Viyan Soran civînek li dar xist.   Bi boneya 15'emîn salvegera bîranîna têkoşer Viyan Soran Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê civînek li dar xist. Civîn li navenda Jinên Ciwan bi beşdarbûna Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û sazî û dezgehên jinan hate çêkirin. Di civînê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşerên azadiyê hatibûn daliqandin.    Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.  Paşê sinevizyonek di derbarê jiyana têkoşer Viyan Soran de hat pêşandan. Paşê Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Friatê Rozerîn Roniya nameya Viyan Soran xwend. Her wiha piştî xwendina nameyê axaftin kir.   Rozerînê di nava axaftina xwe de teqez kir ku divê em wek jinên ciwan şopdarê Viyan Soran û Leyla Agirî bin û wiha got: "Dîroka jinên Kurdistanê, bi têkoşîna Leyla Qasiman û Leyla Agiriyan û bi têkoşîna viyanan tacîdar bûye. Viyan Soran jineke berxwedêr bû, dixwest bi rêya fikirê Rêber Apo re, têkoşîna jinan mezintir bike û azadiya wan mîsoger bike. Pêwîst e mirov di nava lêgerîna heqîqetê de be, da ku azadiyê bi dest bixe."    Civîn bi dirûşma "Jiyan jiyan azadî" bi dawî bû.     Kongreya Star ji bo salvegera têkoşer Viyan Soran civîn çêkir    Rêxistina Kongreyaa Star a bajarê Helebê bi boneya salvegera bîranîna têkoşer Viyan Soran civîneke berfireh ji jinan re çêkir.    Bi pêşengtiya Kongreya Star a bajarê Helebê, bi boneya salvegera 15'emîn bîranîna têkoşer Viyan Soran civîneke berfireh ji jinan re çêkir. Civîn li taxa şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi tevlîbûna bi dehan jinan a ji tevahî sazî û dezgehên civakî hate çêkirin. Hola civînê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanên azadiyê û alên Kongreya Star hatibû xemilandin.    Civîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê nameya têkoşer Viyan Soran hate xwendin. Her wiha li ser jiyana têkoşer Viyan sînevizyonek hate pêşkêşkirin.    Endama Kongreya Star Peyman Cîhad têkoşer Viyan Soran û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr xist û ev tişt got: “Xeyalên ku têkoşerên jin li pey xwe hiştine em ê temam bikin û bibin şopedarên xeta azadiya wan.”    Civîn bi dirûşma ”Şehîd namirin” bi dawî bû.