Li Riha û Edeneyê ji bo grevên birçîbûnê daxuyanî hat dayin 2021-02-02 15:36:43     RIHA/EDENE - Ji bo bicihanîna daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ne daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin ger hiqûq bixwaze reformê bike divê tecrîda mutlak a li Îmraliyê bi dawî bike.   Rêxistina HDP'ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln û binpêkirina mafan bi dawî bibe hatibûn destpêkirin û ev 68 roj in didomin daxuyanî da. Daxuyanî li ber rêxistina HDP'ê hat dayin. Parlamenterên HDP'ê Omer Ocalan, Nusrettin Maçin û Ayşe Surucu, xizmên girtiyan û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn berdilkên bi nivîsa "Bibin dengê grevên birçîbûnê" li xwe kirin.     'Têkoşîna wan têkoşîneke mafdar û mirovî ye'   Di civînê de ewilî Parlementerê HDP’ê Nûsrettîn Maçîn axivî. Nûsrettîn, diyar kir ku bi zextan qadên jiyanê yên li girtîgehan hatine tengkirin û wiha got: “Heke bi rastî jî hûn bixwazin reformê bikin, divê ewil tecrîda mutleq a li Îmraliyê bê rakirin û şertên girtîgehan bên başkirin. Tecrîda mutleq derveyî mirovahî, hiqûq û wijdanê ye. Li gel vê yekê jî tehamulî pankartekê jî nakin. Ev nayê qebûlkirin. Bi vê tabloyê wê çawa reform çêbibe? Em heta dawiyê li pişta girtiyên di çalakiya grevê de ne. Têkoşîna wan têkoşîneke mafdar û mirovî ye.”   'Tecrîd belavî her derê bûye'   Dure parlementer Omer Ocalan axivî û bi bîr xist ku tecrîd 22 sal in didome. Ocalan, bertek nîşanî qedexeyên hevdîtinê yên hemberî malbat û parêzeran da û pirsa “qanûn li kuderê ye?” kir. Omer, bertek nîşanî dorpêça polîsan jî da û wiha got: “Hûn ji çi ewqas ditirsin? Ji bo Birêz Ocalan hesasiyeteke mezin heye. Kesek ji dewletê qanûneke taybet naxwaze. Tê xwestin ku qanûnên heyî bi cih bên. Lê li ser Birêz Ocalan û gelê kurd polîtîkayên qirêj tên meşandin. Tecrîd belavî her derê bûye.”   'Bi vî şiklî hûn ê heta ku derê siyasetê bikin?'    Omer, anî ziman ku li Tirkiyeyê siyaset xetimiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro li girtîgehan çalakiya grevê heye. Em jî dixwazin ku hevdîtin û muzakere çêbibin. Heta ku diyalog nebe pirsgirêk jî çareser nabin. Bi komkujî, girtin û zextan hûn nikarin vê civakê biqedînin. Bi vî şiklî hûn ê heta ku derê siyasetê bikin? Giranahiyeke dewletê nema, ev dê tesfiye bibin. Partiya me û gelê kurd meşrû ne. Em ê heta dawiyê bibin dengê girtiyên siyasî û têkoşîna wan bilind bikin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindana” û tililiyan bi dawî bû.   Edene   Komeleya Piştevaniya Malbatên Hikumxwarî û Girtiyan a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER), ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê daxuyanî da çapemeniyê. Polisan xwest daxuyaniya ku  li pêş avahiya Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê hat dayîn asteng bikin. Lê daxuyanî li gel astengiya polîsan jî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindana” û "Zext nikarin me têk bibin" hat dayîn.    'Sedema van pirsgirêkan tecrîda li ser Îmraliyê ye'   Di daxuyaniyê de Hevserokê Çûkûrova TÛAY-DER’ê Zahîr Akalin axivî û bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê di roja 68’emîn de ye. Akalin, diyar kir ku qeyrana aborî û siyasî ya li welat kûrtir bûye û wiha got: “Sedema van pirsgirêkan tecrîda li ser Îmraliyê ye. Heta ku tecrîda li ser Îmraliyê neyê çareserkirin û Ocalan azad nebe dê ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Bi vê minasebetê em bi dirûşma “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin” berxwedana li zindanan xwedî derkevin. Em gele me yê hestiyar vedîxwînin ku hêj şertên girtîgehan girantir nebûne, xwedî li berxwedana girtiyan derkevin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.