Rêxistina Efûyê: Divê Zeynep Celaliyan bê berdan 2021-02-02 14:47:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûya Navneteweyî ji bo siyasetmendara Kurd Zeynep Celaliyan ku li Îranê girtî ye were berdan name ji Serokê Dadgeha Bilind a Îranê Îbralim Reîsî re şand.   Rêxistina Efûya Navneteweyî ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku li Îranê girtî ye û tê tecrîdkirin, name ji Serokê Dadgeha Bilind a Îranê Îbralim Reîsî re şand.   Di nameyê de bal kişandin ser binpêkirina mafan ku Zeynep pê re rûbirû maye û tenduristiya wê û ji rayedaran hat xwestin rewşa wê were başkirin û tavilê were berdan. Di nameyê de tê  gotin  ku Zeynep Celaliyan 6 sal in li girtîgehê nayê dermankirin û di 29’ê nîsana 2020’an de jî testa wê ya Kovîd-19 jî pozîtîf derketiye.