Li Mexmûrê koma 24’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-02-02 10:23:49     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, îro ji hêla koma 24’emîn ve hat dewirgirtin.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 23'emîn hat girtin û koma 24’emîn çalakî dewer girt.    Çalakvana bi navê Hewlêr Adanmiş li ser navê koma 23’emîn di merasîma dewirgirtinê de axivî û got: “  Weke tê zanîn em di meha reş de ne û komployeke navneteweyî li dijî Rêber Apo hatibû pêkanîn. Ev komplo ne tenê ji bo dîlgirtina Rêber Apo bû ji bo tunekirina Rêber Apo û tevahî Gelê Kurd bû. Lê bi têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd ev komploya ku li ser Rêbertî pêk anîbûn vala hat derxistin. Niha dem dema azadiyê ye û li ser vî esasî jî girtiyên azadiyê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin, her wiha ev çalakiyên greva birçîbûnê li hemû deverên Kurdistanê û li derveyî welat hatin destpêkirin. Em jî weke ciwanên Mexmûr’ê erk û berpirsiyartiyekê mezin dikeve ser milê me û em bang li hemu ciwanên kurd dikin ku bi awayekî çalak tevlî çalakiyan bibin û tenê bi çalakiyên greva birçîbûnê sînordar nemînin.”   Merasîm bi duruşma “Bijî Serok Apo” , “Bijî Berxwedana Zîndanan” bi dawî bû.