'Bi agirê rihê Viyan Soran em têkoşîna xwe mezin dikin' 2021-02-02 10:22:55     Dilucan Bozî   KOBANÊ - Rojnemevan Binefş Sarya di derbarê 15'emîn salvegera rêhevala xwe Viyan Soran de nirxandin kir û wiha got: "Viyanê bi sekna xwe ji jinên Rojhilata Navîn re riya ber bi yekrêziyê ve vekir. Têkoşer Viyan ji rêveber zêdetir heval bû. Divê em perspektîfên Viyan Soran bi cih bînin, govenda ber bi azadiyê ve bigerînin û serkeftinê tacîdar bikin. "   Leyla Walî Hasan (Viyan Soran) di sala 1981'an de li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê hatiye dinê. Viyan Soran dibistana seretayî û amedehîyê li bajarê Silêmaniyê xwendiye. Dema dibistan dixwend lêgerînên wê yên cuda hebûn, bi van lêgerînên xwe di sala 1997'an de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bûye. Di 2'yê Sibata 2006'an de li Heftanînê ji bo şermezarkirina tecrîd û zextên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agir bi bedena xwe xist û  jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mijarê Rojnemevan Binefş Sarya ku ew jî yek ji rêhevalên wê bû, nirxandin kir û ji me re parve kir.    'Viyan Soran li dijî polîtîkeyên parçekirina Kurdistanê têdikoşiya'   Binefşê di destpêka axaftina xwe de behsa tevlîbûn û kesayeta Viyan Soran kir û wiha got: "Dema ku mirov behsa kesayeta têkoşerên ku jiyana xwe ji dest dane bike, têrê nake ku mirov nirxên wan rave bike. Têkoşer Viyan Soran jî yek ji wan kesayetan e ku nirxandin têrê wan nake. Ez û Viyan demeke kurt bi hev re mane. Viyan jineke Soran û ji Başûrê Kurdistanê ye, ji ber vê tevlîbûna jineke wiha xwedî biryar û hêz di nava tevgera azadiyê de serbilindiyek e mezin e. Viyan Soran ji bo jinên Başûrê Kurdistanê û bi taybet jinên Soran sembola têkoşînê ye. Her wiha rêzdar Viyan li dijî polîtîkeyên dewletên hegemonîk ku kurd parçe kirine xwedî têkoşîneke wiha bû ku di kesayeta xwe de Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê bi zarav, reng û olên xwe anîbûn gel hevdu.  Her wiha di dilê xwe de ew yekbûyîna Kurdistanê diparast."   'Ji fermandaran zêdetir heval bû'   Binefşê di domandina axaftina xwe de hinek bîranînên xwe yên li gel Viyan Soran bi bîr xist û wiha pê de çû: "Hevdîtina min a yekemîn a bi Viyan Soran re di sala 2004'an de bû. Wê demê zivistaneke dijwar bû û berf dibariya, ji ber vê dema em gihîştin cem wan em ji sermayê qerisîbûn. Têkoşer Viyan em pêşwazî kir û bi rihekî germ em hembêz kir. Ji ber ku ez ji hemûyan ciwantir bûm, rêzdar Viyan destên min xistin nava cil û porê xwe da ku ez germ bibim. Ew nêzkatiya wê hişt ku ez bi hezkirina wê ya mezin hîs bikim. Ji her kesî zêdetir ew perpirsiyar bû, di serê sibehê de wê, agir vêdixst û çay amede dikir. Her wiha danê êvarî jî heman tişt dikir û hertim beşdarî suhbetên me dibû. Mirov dikare bêje ku têkoşer Viyan ji fermandar angor rêveberî zêdetir heval bû. Carekê me bi hev re suhbet dikir û min jê pirsî ku çima li gor herêmên din hejmara jinên Soran ên di nava Tevgera Azadiyê de kêm in. Viyan Soran bersiv da û ji min re got ku desthilatdariya mêrê serdest li ser Jinên Başûrê Kurdsitanê gelek zêde ye, ji ber vê jin nikarin li derveyî sînorê ku ji wan re hatiye diyarkirin derkevin."     'Em xwedî li destkeftiyên xwe derkevin'   Binefşê banga jinên Kurdistanê û yên Rojhilata Navîn kir ku xwedî li deskeftiyên jinê derkevin û wiha domand: "Li seranserî Kurdistanê 29 serhildanên kurd çêbûne, gelek jinên ji Başûrê Kurdistanê jî pêşengiya wan serhildanan kirin. Viyan Soran jî ji eşîra Caf ku yek ji êlên herî mezin ya Başûrê Kurdistanê ye û bi tevlîbûna xwe re pêşengiya serhildaneke nû kir. Viyanê bi sekna xwe ji jinên Rojhilata Navîn re riya ber bi yekrêziyê vekir. Li ser vê bingehê divê em weke jinên Kurd bi taybet û jinên Rojhilata Navîn jî xwedî li destkeftiyên Viyan Soran û jinên weke wê derkevin. Her wiha em bikaribin bi reng, deng û nasnameya xwe di bin sîwana Tevgera Azadiya Jinê de cih bigirin û têkoşîna xwe bi hêztir bikin. Divê em perspektîfên Viyan Soran bi cih bînin, govenda ber bi azadiyê ve bigerînin û serkeftinê tacîdar bikin."   'Divê em xwestekên Viyan Soran pêk bînin'   Binefşê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya bicihanîna xwestekên Viyan Soran û wiha bi dawî kir: "Daxwaza têkoşer Viyan azadiya Rêber Apo û jiyana di Kurdistaneke azad de bû. Ji ber vê divê em bi agirê rihê Viyan Soran têkoşîna xwe mezin bikin. Pêwîst e em soza Viyanan pêk bînin û ranewestin heta ku em bikaribin weke jin bi rêberê xwe re di nava welatekî azad û aram de bijîn. Em jî weke rojnemevan bi erka xwe rabin û bikaribin rihê Viyanan bidin jiyankirin. Tecrîda li Girava Îmraliyê bişkînin û şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin rawestînin. Bi vê wesîleyê hêviya me jî ew e ku em bikaribin hevgirtin û yekrêziya Kurdî bi ser bixînin."