‘Em ê bibin rojnemevanên pispor û rastiya civaka xwe ragihînin’ 2021-02-02 09:03:03     Rojda Seyidxan – Sêlîn Mihemed   QAMIŞLO - Hevserok û xwendekarên Zanîngeha Rojava derbarê Faklûteya raghandinê ya ku yekem car li beşê zanîngehê hatiye zêdekirin, dibêjin em ê bibin rojnemevanên pispor û rastiya civaka xwe ragihînin.   Di sala 2016’an de Zanîngeha Rojava hat vekirin, her sal di nava zanîngehê de beşên nû ji peymangeh û fakûlteyan têne vekirin. Di despêka sala xwendinê 2020/2021’an de, beşê raghandinê di Zanîngeha Rojava de bi armanca hazirkirina kadroyên raghandinê bi awayekî pispor hat vekirin. Her wiha di nava peymangeha raghandinê de şert û mercên tûmarkirina xwendekaran hene. Niha 24 xwendekar faklûteya ragihandinê dixwenin. Têkildarî mijarê Hevserok û xwendekarên ku fakûlteya ragihandinê dixwînin derbarê tevlîbûna xwe di nava vê beşê de nêrîna xwe anîn ziman û ji me re parve kirin.     'Em dixwazin kadroyên ragihandinê pispor ava bikin'   Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa, ser vekirina fakûlteya raghandinê di zanîngeha Rojava de wiha axivî: "Ji destpêka sala xwendinê 2020/2021’an me amadekariya sala nû ya xwendinê dikir. Di sala nû de, biryar hat girtin ku peymangeha bilind ya raghaninê were vekirin û fakûlteya wê derbasî zanîngeha Rojava bibe. Ji bo vê gavavêtinê gelek nîqaş hatin kirin, di encam de jî pêwîstî hate dîtin ku em beşê raghandinê derbasî nava zanîngehê bikin. Her wiha ji bo hazirkirina kadroyên raghandinê bi awayekî akedemîk û pispor,  me ev beş da avakirin û xiste meriyetê de. Em ê rastiya civaka xwe ragihînin.”   'Ji bo xwendekarên peymangehê, şert û merc hene'   Rohan bal kişand ser pêwîstiya vekirina fakûlteya ragihandinê ya li zanîngehan û wiha got: "Di destpêka şoreşê de, saziyên me yên raghandinê pêwîstiya wan bi endaman hebû. Her wiha endamên ragihandinê bi rêya perwerdeyan hînî rê û rêbazên rojnemevantiyê dibûn. Bi firehiya şaxên şoreşê re, pêwîstî hate dîtin ku bi rengekî akedemîk beşa ragihandinê di zangehê de bê vekirin û fêrkirin. Li gorî şert û mercên zanîngehê, me diyarkiribû ku pêwîst e xwendekar bawenameya refa amadehî wergirt be. Piştî wê em xwendekar di ezmûnekê re derbas dikin, da ku em asta wan nas bikin. Ji bo ku pirsgirêk di rêka me re dernekevin û li gor zanista xwendekar bigirin nava beşê ragihandinê.”    'Li gor pêwîstiya civakê em beşên nû li zanîngehan vedikin'    Rohan wiha bal kişand ser rêbazên fêrkirinê yên beşa ragihandinê: “Ji bo ku xwendekarên me xwendina xwe di beşa raghandinê de bi dawî bikin, pêwîst e 3 salan di zanîngehê de bixwînin. Di sala yekê de weke amadehî em dest digrin, di wê sale de em bingeheke ziman ava dikin, her wiha meteryalên giştî jî tên dîtin û fêrkirin. Gelek waneyên bingehîn jî di peymangehê de têne dîtin û xwendin. Li gor herdu salên din meteryalên pispor hatine amadekirin. Ji bo her salê hazirtî û nîqaş li ser beşan tên kirin. Li gorî pêwîstiya xwendekar û civakê em beşên nû di zanîngehê de didin avakirin.”   'Dixwazim bibim rojnemevaneke xurt'   Xwendekara bi navê Êva Îbrahîm derbarê xwendina di peymangeha raghandinê de nêrîna xwe wiha anî ziman: "Dema ku min bihîst wê beşê raghandinê di zanîngeha Rojava de were vekirin, ji hezkirina min ji karê ragihandinê re, min navê xwe di peymangehê de nivîsand. Niha me beşê yekê ji sala destpêkê bi dawî kir û em di ezmûnan de derbas dibin. Berî niha jî min karê ragihandinê kiriye, ji bo wê heya niha zehmetî bi min re derbas nebûne. Ez pir kêfxweşim ku ez beşa ragihandinê dixwînim û dixwazim bibim rojnemevaneke xurt.”   'Em ê bi rengekî pispor tevlî nava xebatê bibin'   Êva waneyên ku di sala destpêkê de ya peymangeha raghandinê de dîtiye ji me re wiha da nasîn: "Waneyên ku me di sala yekem de dîtine, piraniya wan teorîk bûn. Her wiha hin mijarên girêdayî ragihandinê mîna hunera wênekêşiyê, dîroka raghandinê û exlaqê rojnemevaniyê me dît. Piştî xwendina sê salan em bi rengekî pispor derketin nava civakê û tevlî kar û xebatê bûn. Di dema rêjîmê de xwendina raghandinê ji bo kurdan kêm bû. Bi şoreşa Rojava re gelek derfet hatin amadekirin û ji wan vekirina fakûlteya ragihandinê ye.”