Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê 46 roj in didome 2021-02-01 15:54:13     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" greva birçîbunê dabûn dest pê kirin di roja 46’an de berdewam dike.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan, bi pêngava "Dem dema azadiyê ye" di 18’ kanûna 2020'an de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya li Mexmûrê bi koma 23'yemîn di roja 44’an de dewam dike. Çalakî her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaret kirin.    Li ser navê gel Taybet Kapar axivî û got: "Di çarçoveya pêngava hatî destpêkirin de çalakiya girtiyên zîndanan ku hatî destpêkirin em wan pîroz dikin û piştgiriya xwe ji bo wan radigihînin. Li vê derê ji bo çalakiyan tenê piştgirî têre nake em tevlî dibin û bi hemû hêza xwe em ê berdewam bikim. Ji ber ku ji bilî berxwedan û serkeftinê tu rêyên din li pêşiya Gelê Kurd nîne. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û xwedî li hebûna xwe derkeve. Dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye."    Taybet, di dawiya axaftina xwe de serkeftin ji çalakvanan re xwest û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bejna xwe li ber berxwedana çalakvanên zîndanan di tewînin û berxwedana wan silav dikin."   Li ser navê koma 23’emîn Hasret Posat jî xêrhatina gel kir û wiha axivî: "Li zîndanan çalakiyên ku bi pêşengiya girtiyên zîndanan û li derve bi pêşengiya jin û ciwanan ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me hatiye destpêkirin, em silav dikin. Em bi biryarin ku heta em bigihin armanca xwe em ê berxwedana xwe berdewam bikin."