Dorpêçkirina Şehbayê hat şermezarkirin 2021-02-01 15:00:50   ŞEHBA - Yekîtiya Parêzerên Herêma Efrînê dorpêçkirina Rêjîma Sûriyeyê ya li ser Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê şermezar kir û gotin: "Em weke Yekîtiya Parêzerên Herêma Efrînê û saziyên civaka sivîl bang li tevahî saziyên navdewletî dikin ku zextekê ser Rêjîma Sûriyeyê bike û vê rewşa dorpêçkirinê rawestîne."   Bi armanca şermezarkirina dorpêçkirina Rêjîma Sûriyê ji Kantona Şehbayê re û nehiştina derbasbûna pêwîstiyên jiyanî û tenduristî ji şêniyên kantonê re, Yekîtiya Parêzerên Herêma Efrînê, daxuyanî dan. Daxuyanî li Wargeha Serdem a Kantona Şehbayê bi tevlîbûna bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl, endamên Yekîtiya Parêzeran, hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyan a Herêma Efrînê Bêrîvan Sîdo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: “Di nava sê salan de şêniyên Efrînê yên ku koçî Kantona Şehbayê bûne di şert û mercên zehmet de dijîn. Tevî êrîş û komkujiyên dewleta tirk a dagirker, Rêjîma Sûriyê jî niha kiryarên xwe li ser rê didomînin û nahelîn ku tiştên jiyanê bên wargehê. Em dibînin ku careke din siyasetên qirêj li ser gelê herêmê li hev kirine û dixwazin di aliyê jiyanî û siyasî de, derbeyekê li vîna gelê me bidin.    Li Kantona Şehbayê bi sedhezaran koçber hene. Ev ne cara yekemîne ku Rêjîma Sûriyeyê herkîna jiyanê li Şehbayê dide sekinandin. Her wiha ev dorpêçkirin li ser hemû pêkhateyên herêmê tê meşandin. Ev yek jî bi xwe re gelek êş û zehmetiyan derdixe. Siyasetên bi vî rengî xizmeta dewleta tirk dike û mirovên bê sûc qurbaniya wê didin.   Em weke Yekîtiya Parêzerên Herêma Efrînê û saziyên civaka sivîl bang li tevahî saziyên navdewletî  dikin ku zextekê ser Rêjîma Sûriyeyê bike û vê rewşa dorpêçkirinê rawestîne. Pêwîste girîngiyê bidin rewşa mirovan û ji bo koçberan bi erka xwe rabin.”