Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî ji bo Ayşe Gokkan daxuyanî da 2021-02-01 12:19:12       AMED - Derbarê girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî daxuyaniyek nivîskî da û got ew ê xwedî li têkoşîna Gokkan derkevin û li cem wê ne.     Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî derbarê girtina Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama xwe Ayşe Gokkan de daxuyaniyek nivîskî da û piştevaniya bo Ayşeyê destnîşan kirin.    Daxuyaniya Platformê ya derbarê girtina Ayşeyê de wiha ye: “Endama Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî, Ayşe Gokkan careke din hat girtin. Di dema dosyayek ku tê de bêyî girtin hat darizandin, bi hinceta ‘gumana revê’ û ‘endamê rêxistinê ye’ ew girtin û şandin girtîgehê. Ayşe Gokkan jinek kurd a wêrek e ku bi salan di nav siyaseta sivîl a kurd de cih girtiye û li ser bingeha ‘perspektîfa jinan’ têkoşiya ye.    Ew dev ji gotinên xwe bernade, ji nasnameya xweya kurd tawîzê nade. Beşdariya çalak a jinên kurd di siyasetê de her dem hikûmetan ditirsîne. Tirsa wan a mezin ev e ku polîtîkayên çewisandinê yên ku li ser gelê kurd têne meşandin bi dengekî bilind têne îfadekirin.   Helwesta wêrek a jinên kurd li dijî vê avhewa tirsê dibe sedema zêdebûna zilmê. Em wekî Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî, li rex endama xwe Ayşe Gokkan radiwestin. Heya dawî, em ê bi zimanek hevpar li dijî polîtîkayên zordar ên li ser jinên kurd derkevin.”