‘Têkoşîna Ayşe Gokkan desthilatdarî tirsand’ 2021-02-01 09:05:05     STENBOL - Jinan diyar kirin ku desthilatdariyê ji ser nasnameya kurdbûnê Ayşe Gokkan hedef girtiye û wiha gotin: “Bi girtina Ayşe Gokkan re dixwazin peyamê bidin hemû civakê. Ji jinên kurd ên ji Şoreşa Rojava re pêşengî kirine ditirsin. Lê em ê vê tirsa wan zêdetir bikin.”   Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku yek ji sembola têkoşîna azadiya jinên kurd e, Ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve bi îdiaya ‘rêvebera rêxistinî’ û ‘endama rêxistinê ye’ hat girtin û şandin girtîgeha jinan a Amedê. Jinan diyar kirin ku hewl tê dayÎn ku xebatên Ayşeyê bên terorîzekirin.  Li gel bertekên jinên kurd ên li dijî girtina Ayşeyê ji metrepolên Tirkiyeyê jî li dijî biryara girtina Ayşe Gokkan bertek didomin û xwedî li têkoşîna wê tê derketin.   Ji Rizgariya Jinan Benazarî Coşkun û Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Denîz Aktaş, der barê girtina Ayşeyê de nirxandin kirin û got bi girtina Ayşeyê re xwestine peyamê bidin jinên têkoşîna yekbûyî dimeşînin.   ‘Di destpêka lîsteya desthilatdariyê de jin hene’   Benazîrê bi lêv kir ku di pêvajoyeke ku şîdeta unîformayî, qetilkirin, windakirin û şîdeta zayendî zêdetir bûye re derbas dibin û wiha pê de çû: “Di demên dawî de di lîsteya dewleta mêr û desthilatdariyê de ewil jin cih digirin. Ev êrîş bi gelek rêbaz û alavan didome. Bi polîtîka bêcezabûnê re mêr dibêjin ‘tiştek bi me nayê’. Jinên ji têkoşîna rizgariya jinê re pêşengiyê dikin jî raste rast hedef tên girtin. Em dikarin biryara girtina Ayşe û Leylayê jî wisa bigirin dest.”   ‘Jinên kurd di hedefê de ne’   Benazîrê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di hedefa desthilatdariyê de bi taybet jinên kurd hene û ev tişt anî ziman: “Di vir de bê guman kurdbûna jinê bi xwe re binpêkirin û pelçiqandinê jî tîne. Leyla û Ayşe bi dehan carî hatine binçavkirin , tevî darizandin û êrîşan, bêdeng neman û bûn sembol. Ji ber vê dixwazin jinên kurd bêdeng bin, her wiha peyama tenêhiştinê didin tevgera jinên Tirkiyeyê.”   ‘Êrîş li hember me hemûyan e’   Benazîrê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê jin li dijî van êrîşan bi biryar tevbigerin û wiha dawî lê anî: “Îro êrîşeke li hember saziya jinê an jî li hember jinê li hember hemû jinan hatine kirin. Em wisa dihesibînin. Ji ber vê em ê têkoşîna yekbûyî xurt bikin.”   ‘Desthilatdarî êrîşî jinan dike’   Denîz Aktaş jî daxuyakirin ku desthilatdarî di krîzek mezin de ye û ji ber vê jî êrîşî jinan dike û wiha pê de çû: “Desthilatdariya Qesrê ya faşîst, di serî de êrîşê jinên ku kirdeyên polîtîk ya girîng a siyasetê ye, dike. Dixwaze ji ser vê jî peyamê bide. Jinên kurd û jinên sosyalîst bi bedeldayînê têkoşîn mezin kirine. Têkoşîna jinan, têkoşîneke ku li dijî êrîşên desthilatdariyê û polîtîkayên binpêker e. Heta îro jinê şûnde gav navêtiye û ji ber vê jî desthilatdarî dixwaze çavên wan bitirsîne.”   ‘Ji jinên pêşengên şoreşa Rojava ditirsin’   Denîzê êrîşên li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî bi bîr xist ku hewl didin bi êrîşan pêşî li têkoşîna jinan bigirin û wiha pê de çû: “Ayşe Gokkan tevî 83 caran hat binçavkirin jî şûnde gav navêt. Ji jinên kurd yên ji Şoreşa Rojava re pêşengî kirine ditirsin. Ji jinên Sosyalîst ditirsin. Di encama vê tirsê de dixwazin bi êrîşekan gavê bi wan şûnde bidin avêtin. Ev têkoşîna bi bedelan mezin bûye tu car jê şûnde av nehatiye avêtin. Em ê tirsa wan mezin bikin. îsal wê bibe sala berxwedanê. Beriya 8’ê Adarê dixwazin êrîş bikin. Dixwazin teslîm bigirin. Lê jin têkoşîna xwe berdewam dikin. Em ê bi rêxistinbûnê bersivê bidin êrîşan.”