'Bi armanca kiryarên qirêj jin tên qetilkirin' 2021-02-01 09:01:25   Rojda Seyidxan-Sêlîn Mihmed   QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Mala Jinê ya bajarê Qamişloyê Behiya Mûrad qetilkirina jinan şermezar kir û ev tişt got: "Dewleta tirk hertim bi riya qetilkirin, tecawizkirin û revandinê dixwaze jinan bê vîn bike. Lê jin stûna civakê ye."   Di 22’yê Çileya 2021’an de Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Seda Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El- Xidêr ji aliyên çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û qetilkirin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Mala Jinê ya bajarê Qamişloyê Behiya Mûrad nirxanidn kir.   'Jina ereb di nava hemû qadan de xwe bi rêxistin kir'   Behiyayê bal kişand ser rêxistinkirina jina ereb a di nava kar û xebatên Rêveberiya Xweser de û wiha dest bi gotina xwe kir:"Dema projeya Netewa Demokratîk di herêmê de hate rûniştandin, di nav de derfeteke pir mezin ji jina ereb re hate avakirin ku tevlî nava kar û xebatê bibe.  Her wiha jinên ereb di nava hemû saziyan de xwe  bi rêxistin kirin û li pey doza xwe meşiyan. Jina ereb cihê xwe di nava qadên siyasî, leşkerî û civakî de girt. Her wiha gavên pir mezin û pîroz avêtin. Jina ereb bi fikir û felsefeya azad, ji bo ku bikaribin azadiya civaka xwe bi dest bixin, dixebitin."   'Bi armanca kiryarên qirêj jin tên qetilkirin'   Behiyayê li ser hedefgirtina jinan a ji aliyê hêzên ku vîna jinan qebûl nakin wiha got: "Di nava avakirina Rêveberiya Xweser de, jina ereb cihê xwe girt û dikaribû hemû saziyan bi rengekî rêxistikirî bi rê ve bibe.  Ji ber ku jin stûna civakê ye û di nava civakê de xwe bi rêxistin kiriye. Dewleta tirk hertim bi riya qetilkirin, tecawizkirin û revandinê, jinê dike hedefa xwe. Ji bo bandorekê li ser civakê bike û civakê têk bibe, van kiryarên qirêj dide meşandin. Lê belê jin li pey doza xwe ye û  roj bi roj jî serkeftinên pir mezin bi dest dixe. Bi armanca kiryarên qirêj jin tên qetilkirin."   'Dewleta tirk nikare vîn û îradeya jinê bişkîne'   Behiyayê qetilkirina herdu jinên ji pêkhateya ereb şermezar kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Kiryara dawî ya çeteyên DAIŞ’ê ya di derheqê Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya li Kantona Hesekê Seda Feysel  El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr de berdewamiya êrîş û kiryarên dewleta tirk e. Bi van kiryaran hertim dixwazin tirsekê di nava gel de bide avakirin û bi taybet jî dixwazin di nava dilê  jinan de bide avakirin. Lê dewleta tirk bi van kiryarên xwe yên qirêj bi ser nakeve, wê tu carî jî nikaribe vîn û îradeya me bişkîne. Em ê hertim ji bo azadiya hemû jinan têbikoşin û em ê li ser şopa şehîdên xwe bin heta em welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin."