Ji bo hevserokên HDP'ê daxwaza girtinê hat kirin 2021-01-31 15:11:46   STENBOL- Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê Dilan Kiliç û Ercan Saglam ên 5 roj in di bin çavan de bûn bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê Dilan Kiliç û Ercan Saglam ên 5 roj in di bin çavan de bûn di encama operasyona li ser avahiya HDP'ê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Piştî karên emniyetê sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Piştî îfadeya dozgeriyê bî idiaya "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê hatin kirin.