TAJÊ li Şengalê daxuyanî da 2021-01-31 12:42:43   ŞENGAL-TAJ'ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew piştgiriyê didin kampanyaya 'Ji bo darizandina dîktator sed sedem'.    Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo piştgiriya kampanaya 'Ji bo darizandina dîktator sed sedem' daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endama TAJÊ Sebiha Sebrî ve hate xwendin.    Sebihayê jî da zanîn ew piştgiriyê dide vê kampanyayê û wiha got:"Em ê wekî jinên Êzidî vê kampanyayê her têxin rojeva xwe. Ji ber Erdogan gelek jin hatin qetilkirin. Ji van mînakan yek jê jinên li Efrînê ne. Jinên Efrînê hatin revandin, firotin, tecawiz û îşkence li wan hatin kirin. Em dixwazin Erdogan ji ber qirkina jinan bê darizandin. Tevahî cîhan dizane ku yê piştigiriyê dide DAÎŞ'ê Erdogan e. Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin. Ji bo dîktotar nemînin divê em hemû jin li berxwe bidin. Banga min li hemû jinan heye ku fikir û ramanên me çi dibin bila bibin lê em hemû bi hev re li dijî vê yekê derkevin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.