Li Mexmûrê Çalakiya Girevê koma 23’an dewir girt 2021-01-31 10:57:41   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên zîndanan hat destpêkirin, koma 23’yan di dewr girt û 45 roj in çalakî didome.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya gireva birçîbûnê ku hatî destpêkirin ji aliyê koma 23'yan ve hat dewrgirti. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.    Li ser navê koma 22’yan Erdem Kaya axivî û got:  "Çalakiyên grevê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin ji bo azadiya Serokatî û şoreşa Gelê Kurd cihekî xwe yê pir giring hene. Bêdengiya me tê wateya girankirina tecrît û berdewam kirina zextên dewletê. Bi pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ ku bi pêşengiya KCK-KJK’ê hatî destpêkirin, weke berdewamiya wê destpêkirina çalakiya hevalên zîndanan em silav dikin.’ Ez bang li hemû ciwanan dikim û dibêjim; îro ne dema bêdengiyê ye, divê her ciwan li kuderê bibe bila bibe rabe ser piyan û bêje êdî bes e. Ji bo jiyanek azad, Kurdistanek azad wan vedixwînim tekoşînê.’’   Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.