Çalakiya greva birçîbûnê koma 14'an dewir girt 2021-01-31 10:38:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin di roja 66'an de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewrgirtina koma 14'an di roja 66'an de berdewam dike.    Ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin di serî de malbatên girtiyan, sazî û dezgehên sivîl banga hestiyariyê dikin û girtî jî ji girtîgehên ku li wan dimînin peyaman dişînin. Xizmên girtiyan dibêjin, " Ji ber ku daxwazên girtiyan nayên qebûlkirin girtî di greva biçîbûnê de ne û dibêjin divê êdî herkes dengê wan bibihîze."