Malbata girtî: Ferzkirina poşmaniyê bêehlaqî ye 2021-01-31 09:08:01   STENBOL - Hat diyarkirin ku Mîzgîn Çîçek ya ku hîna cezayê wê nehatiye erêkirin, poşmanî lê hatiye ferzkirin. Bavê wê Mîrzeydîn Çîçek wiha got: “Ev tişta tê ferzkirin dijehlaqî ye. Bi qanûna poşmaniyê re armanc dikin ku înfaza zarokên me bişewitînin û zêdetir girtî bihêlin.” Mîrzeydîn ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê li rayagiştî kir.   Bi hinceta qanûna ‘Rêziknameya bi Navendên Çînîkirin û Şopandinê ya Nirxandina Girtiyan’ re ya Wezareta Dadê amade kir û di 1’ê Çileyê de di rojnameya fermî de hat derixistin, girtiyên siyasî yên cezayên wan bi dawî bûne jî nayên tehliyekirin. Li girtiyan ‘poşmanî tê ferzkirin’ û ji ber qanûna hatiye derxistin girtî ji rewşa baş fêdeyê nagirin. Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya li Alîaga ya Îzmîrê, girtiya bi navê Mîzgîn Çîçek sê sale girtiye û hîna cezayê wê nehatiye erêkirin. Hat hînbûn ku poşmanî li Mîzgînê hatiye ferzkirin.   Ji ber pirtûk şand girtîgehê hat girtin   Mîzgîna ku xwendekara beşa erdnîgariyê ya Fakulteya Wêjeyî ya Zanîngeha Egeyê bû, bi hinceta çû hevdîtina birayê xwe Ugur Çîçek yê li girtîgeha Tipa T ya Odemîşê girtiye, pirtûk şandiye girtîgehê û parvekirinên çapemeniya civakî di 2017’an de hat girtin. Mîzgîn bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ rastî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat. Bavê wê Mîrzeydîn Çîçek da zanîn ku dosya keça wê hîna li dadgeriyê ye û bal kişand ser binpêkirinên mafan yên li girtiyan tên ferzkirin.   ‘Li Şakranê rûmeta mirovahiyê di bin lingan de ye’   Mîrzeydîn destnîşan kir ku keça wî beriya bê girtin her tim dihat şopandin û wiha pê de çû: “Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan zêde bûn. Hejmarê ji bo pirtûkan didin. Alavên em dişînin ya şûnde dişînin yan jî qet nadin. Bidin jî dereng didin. Di mehekê de encax name digihêje wan. Gelek name tên windakirin. Li hemû girtîgehan heman pirsgirêk hene. Lê li Şakranê bi çavekî cuda li me dinêrin. Ez diçim girtîgeha Odemîşê jî lê wek Şakranê rûmeta mirovan binpê nakin.”   ‘Bi qanûnê bêahlaqiyê ferz dikin’   Mîrzeydîn balkişand ser pêkanîna poşmaniyê ya li keça wî tê ferzkirin û ev tişt anî ziman: “Keça min hîna cezayê wê teqez nebûye. Tenê girtiye. Ji xwe cezayekî ku dadger û dozger daye heye. Kesên poşman bibin ji xwe ji serî de dibêjin û wî cezayî nagirin. Tenê ji bo şewitandina înfazê dibêji ji qanûnê fêdeyê bigirin. Gelo ev li cîhanê di kîjan qanûnê de heye. Ev rewş li ku heye? Ev tişta tê ferzkirin bêahlaqî ye. Kes vê qebûl nake. Bi vê armanc dikin ku înfaza zarokên me bişewitînin û zêdetir girtî bihêlin.”   ‘Divê em bibin dengê girtiyan’   Mîrzeydîn balkişand ser grevên birçîbûnê yên ku girtiyan li dijî tecrîd û binpêkirina mafan dane destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurê min Ugur Çîçek jî niha di grevê de ye. Girtî li dijî neheqiyê ketin grevê. Dewletê zarokên me girt lê zarokên me mafên kê ji dest girtiye. Îro hemû mafên girtiyan ji dest hatine girtin. Ji ber vê niha di grevê de ne. Em îro li Îmraliyê binêrin. Bi mehane malbat û parêzer nikarin biçin. Pandemiyê dikin hincet. Hevdîtinan nakin. Me zarokên xwe mezin kir û heta van rojan anîn. Lê dibêjin bi zarokên xwe re neyên gel hev. Ji girtiyan re dibêjin rûnin bêdeng bin. Gelo kî vê qebûl dike.Divê em yên derve ji dengê girtiyan re bibin deng. Parlamenterên me divê bibin dengê me û mafên me biparêzin. Kes dengê girtiyan nabihîze. Ji xwe çapemeniya alîgir nade. Divê em êdî dengê girtiyan bidin bihîstin.”