Xizmên Windayan: Em ê lêgerîna edaletê bidomînin 2021-01-30 12:55:06     AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 625’emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Mehmet Salîm Taşdemîr ê 27 sal berê hat windakirin pirsîn û gotin:"Em ê lêgerîna edaletê bidomînin."   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 625’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li dar xist û ji ber pandemiyê bi rêya vîdeoyê di hesabên medya civakî de hat parvekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Salîm Taşdemîr ê di kanûna 1994’an de li Edeneyê serê sibê diçû kar û carek din agahî jê nehat girtin hat pirsîn. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Derya Yildirim çîroka windakirina Mehmet Salîm Taşdemîr xwend.    Îşkence lê hatiye kirin   Derya da zanîn ku Mehmet Salîm di kanûna 1994’an de serê sibê dema diçû kar hatiye revandin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye girtin. Derya  anî ziman ku li gel hemû hewldanên malbatê jî heta niha negihîştine tu şopa  Mehmet Salîm û sê meh piştî bûyerê kesek li malbatê digere dibêje  Mehmet Salîm li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê di binçavan de ye û bi îşkenceyê re rûbirû maye.    'Em ê lêgerîna edaletê bidomînin'   Derya destnîşan kir ku tevî ku malbatê serî li cendirmeyan daye jî nehatiye piştrastkirin ku Taşdemîr li wir tê ragirtin û ji wê rojê ve tu his û agahî jê nayê girtin. Yildirim anî ziman ku ew ê li aqûbeta Taşdemîr û windayan hemû bipirsin û dê lêgerîna xwe ya edaletê jî bê navber bidomînin.