'Li dijî nêzîkatiya dewletê helwesta gel zelal e' 2021-01-30 12:03:03   ÊLIH - Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz êrişa polîsan a li dijî daxuyaniya li Êlihê şermezar kirin û gotin:"Gel li dijî tecrîdê peyama xwe bi zelalî da. Gel nîşan da ku yekîtiya neteweyî dixwaze. Nêzîkatiya dewletê ya li dijî gelê kurd diyar e. Li dijî nêzîkatiya dewletê helwesta gel zelal e."   Do bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Êlihê hat xwestin meşa ji bo yekîtiya neteweyî bê lidarxistin. Lê belê polîsan êrişî gelê xwest bimeşe kirin. Di êrişan de polîsan li gelek kesan dan û gelek kes jî hatin binçavkirin. Tevî êrişan dîsa jî meş pêk hat û peyaman yekîtiya neteweyî hat dayin.    Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz êriş nirxandin.    'Dewletê ji bo daxuyaniyekê hemû hêza xwe berda kuçeyan'   Pero Dundar anî ziman ku ev hefteyeke wan li Êlihê ji bo çalakiya yekîtiya neteweyî xebat dane meşandin û wiha got:"Armanca me ew bû em peyama yekîtiya kurdan bidin û balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Ew ê daxuyaniya me ya çapemeniyê jî fînala xebatên me ba. Lê belê do li Êlihê wekî ku rewşa awarte be dewlet tev geriya. Armanca wan cuda ye. Naxwazin tu daxuyanî li Êlihê bê dayin. Li dijî vê yekê bi taybet gelê Êlihê berteka xwe pir baş nîşan da. Ev demeke dirêj e li ser Êlihê dorpêçek heye. Gel bertek nîşanî vê dorpêçê da û serîhildana gel dewam kir. Dewletê li dijî vê serîhildanê hemû hêza xwe bi kar anî. Li Êlihê hemû leşker û polîs li cihê daxuyaniyê bûn."   'Li dijî nêzîkatiya dewletê helwesta gel zelal e'   Peroyê da zanîn ku serîhildana gel rewa û mafdar e û wiha domand:"Gel xwest têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniyê bidin û xwedî li zarokên xwe derkeve. Polîs hedef nîşan da û wiha êriş kir. Hevserokên me ciwanên me û parlamenterên me hedef girtin û wiha êriş kirin. Me berteka xwe baş nîşan da. Ew ê ev bertaka me dewam bike. Heta êrişên dewletê yên li dijî gelê kurd bidome ew ê berteka me jî bidome. Mersele ne tenê dayina daxuyaniyê ye. Mersele balkişandina ser yekîtiya neteweyî û zextên tên kirine. Gel li dijî tecrîdê peyama xwe bi zelalî da. Gel nîşan da ku yekîtiya neteweyî dixwaze. Nêzîkatiya dewletê ya li dijî gelê kurd diyar e. Li dijî nêzîkatiya dewletê helwesta gel zelal e."   'Em gihaştin armanca xwe'   Salîha Aydenîz diyar kir ku çalakiya ku duh pêk hatî gihaşt armanca xwe û got: "Bi her awayî îqtîdar êrişê gel kir. Me xwest em daxuyaniyeke bidin. Lê dewletê li Êlihê nexwest ev daxuyanî bê dayîn. Ji bo daxuyanî neyê dayîn çi ji destê wan hat, kirin. Nexwestin gel bicive, duh bi giştî Êlih hat dorpêçkirin. Her kolan û cade ji welatiyan re hat girtin. Lê gel daket qadan û ji bo yekitî, greva birçûbûnê û li dijî tecrîdê daxwazên xwe anîn ziman. Peyama xwe bi zelalî anîn ziman. Çend êrîş bikin jî dê tu carî gel paşve gav navêjin."   'Me peyamên xwe bi zelalî anî ziman'   Salîha di axaftina xwe de bal kişand ser êrişan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nava girseyê de zarok, pîr û kal jî hebûn û bi êrişa polîsan re rûbirû man. Bi dehan polîs êrişê kesekî kirin. Bi kînek mezin êrîş kirin. Ev tişt tê çi wateyê? Ev tişt nîşaneya tirsa wan a ji aştî û demokrasiyê ye. Amîrên wan hatin li ber avahiya HDP'ê ji me re behsa heq û hiqûqê kirin. Qanûn û ferman ji qesrê tên, em vê tiştî baş dizanin. Leşker û polîs fermanê ji îqtîdarê digirin. Îqtîdara faşît AKP-MHP, bi navê demokrasiyê pergala faşîzmê dide avakirin. Ev tişt duh li Êlihê derket holê. Lê divê bê zanîn ku em gihaştin armanca xwe. Me li vir peyama xwe bi zelalî carek din anî ziman. Me piştevaniya xwe ya ji bo girtiyan li vir anî ziman. Me li vir peyama xwe ya girîngiya yekitiya neteweyî anî ziman. Gel bi sekna xwe peyamek da îqtîdarê."