Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê 60 roj in didome 2021-01-30 10:08:47     ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdana Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 60 roj in berdewam dike. Xelkê Şengalê bi serdanên xwe xwedî li çalakiyê derdikevin.    Li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedan. Çalakî di roja xwe ya 60’an de berdewam dike.    Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.