'Dorpêçkirina rejîmê dibe sedema buhabûnê' 2021-01-30 09:01:50     Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Jinên ji Herêma Efrinê diyar kirin ku dorpêçkirina Rejîma Sûriyeyê ya li Kantona Şehbayê bûye sedema buhabûna kelûpelên jiyanî û wiha gotin:"Dorpêçkirina rejîmê dibe sedema buhabûnê û mirov nikare tiştekî bikire. Bazirgan gelek tiştan buha difroşin me. Em dixwazin ev dorpêça li Şehbayê bi dawî bibe."   Piştî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li dar Efrînê şêniyên Efrînê koçî Şehbayê kirin. Li Şehbayê têkoşîna jiyanê didin. Niha ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve Şehba hatiye dorpêçkirin û ji ber vê yekê jî şêniyên Şehbayê di warê aboriyê de zehmetiyê dikêşin. Têkildarî mijarê jinên ji Herêma Efrînê yên li Şehbayê dijîn nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.     'Bila dorpêç bi dawî bibe'   Melek Ebd-El Henen da zanîn ku dema ew koçî Şehbayê bûne ji bo ku rewşa wan ya aboriyê baş bibe ji xwe re dixebite û wiha domand: "Piştî ku em koçî Şehbayê bûn ji bo rewşa me ya aborîyê baş bibe min dikaneke cilan ji xwe re vekir. Niha jî ji ber em li Şehbayê di nava dorpêçê de ne rewşa kirîn û firotinê pir lawaz bûye. Hin bazirgan hene vê rewşê ji xwe re weke derfet dibînin û buhayê pêdîviyan li gel zêde dikin. Şênî nikarin bi vê rewşa koçberiyê ewqas tiştên buha bikirin. Xwesteka me ew e ku ev dorpêçkirin bi dawî bibe û çareseriyeke mayinde bê dîtin."   'Dorpêçkirina rejîmê dibe sedema buhabûnê'   Henîfa Tobal jî qala sedemên buhabuna li Şehbayê kir û wiha got: "Ez û hevjînê xwe li Şehbayê li dikanê kar dikin, da ku em jiyana xwe bidomînin. Lê dorpêçkirina rejîmê dibe sedema buhabûnê û mirov nikare tiştekî bikire. Bazirgan gelek tiştan buha difroşin me. Em dixwazin ev dorpêça li Şehbayê bi dawî bibe."   'Em ji rewşeke pir zehmet derbas dibin'    Şehrezad Misto bal kişand ser rewşa zehmet a ku niha mirovên Şehbayê tê re derbas dibin û ev tişt got: "Dema em ji Kantona Efrînê koçî Şehbayê bûne, me gelek zehmetî dikişandin.  Ji bo ku em rêveberiya xwe di aliyê aborî de bikin, me dikana cilan vekir. Niha rewş nema weke berê ye, di rewşeke pir zehmet re em derbas dibin. Em dixwazin ku mirovên me bi hevdu re bibin alîkar, da ku em bi hevdu re barê vê koçberiyê rakin."