Ligel êrişan gel daxwaza xwe ya yekitiyê anî ziman 2021-01-29 15:33:32     ÊLIH - Polîsan îro êrişê meşa yekitiya neteweyî ya li Êlihê kir û ligel êrişan gel daxwazên xwe bi dirûşmên xwe anîn ziman.     Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên yekitiye neteweyî de xwestin îro meşek li dar bixin. Beriya meşê Parka Atatûrkê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Dema ku girse xwest bi meşe polîsan êrîş bir ser girseyê. Ligel êrişên polîsan girse dîsa meşa xwe domand.    Girse bi dirûşma “Bijî berxwedana zindana”,  “Zext nikare li ber me bibe asteng", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "Bimire xiyanet, bijî Kurdistan" û "Bijî Kurdistana azad" berz kirin û heta li ber Cadeya Amedê meşiyan. Li vir jî polîsan êrîş bir ser girseyê. Gelek kesan lêdan xwar û bi dehan kes jî hatin binçavkirin. Her wiha avahiya HDP'ê ya bajêr jî hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Ketin û derketina li avahiyê hat astengkirin. Her wiha polîsan êriş bir ser parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Dêrsim Dag.    Li ber avahiya HDP'ê ya bajêr a daxuyanî hat dayîn û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, aktivîstên TJA'yê, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Remziye Tosun, Semra Guzel, Sezaî Temellî, Mehmet Ruştu Tiryakî, Îmam Taşçier, Dêrsim Dag, Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di daxuyaniyê de cihê xwe girtin. Her wiha endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, sazî û dezgehên sivîl ên Êlihê û gelek kes beşdarî daxuyanî bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ve hat dayîn.    Berdan di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên yekitiyê û got: "Ev 5 roj in di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de em bi gel re tên ligel hev. Ev coş a 5 rojan îro derket lûtkeya herî jor. Gel di yekitiyê de bi israr e. Yên ku daxwazên Gelê Kurd re tehemûl nakin ji bo îro, OHAL îlankirin. Cade û kolanên bajêr ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin."    Girseya ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn bi dirûşmên xwe bertek nîşanî polîsan da.