'Tecrîd li dijî peymanên navneteweyî ye' 2021-01-29 15:15:56     ENQERE - Rêxistinên demokratîk, di civîna çapemeniya ku ji bo banga piştigiriya grevên birçîbûnê hat kirin de gotin tecrîd li dijî peymanên navneteweyî ye.   Rêxistinên demokratîk ên li Enqereyê, bi awayekî hevpar derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya 64 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dewam dike civîna çapameniyê li dar xistin. Civîn li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê pêk hat û  pankarta “Em li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” bi salona civînê ve hat kirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongeya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Şoreşger a Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Partiya Sosyalîstên Bindest, Partîzan, Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Avakirina Ji Nû Sosyalîzmê (SYKP), Kaldiraç û Alinterî, beşdarî civîna çapemeniyê bûn.    Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû, di civînê de axivî û wiha got: “Girtiyên siyasî, dixwazin tecrîda ku veguheriye îşkenceyê ji holê bê rakirin. Daxwaza girtiyan ew e ku binpêkirinên mafan û mûameleyên xirab ên di girtîgehan de bi dawî bibin û êrîşên li ser gelê Kurd rabin.”   'Tecrîd li dijî peymanên navneteweyî ye'   Pakîze, diyar kir ku tecrîda li girtîgehan belav bûye, sûcê mirovahiyê ye û wiha bi lêv kir: “Tecrîd li dijî peymanên navneteweyî ye. Li dijî bangên herêmî û neteweyî dewamkirina tecrîdê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tirkiye, di girtîgehan de, hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne. Nabe ku ev yek bê qebûlkirin. Girtî bi hemû binpêkirinên mafan re rû bir û dimînin. Girtiyên nexweş nayin berdan û dermankirin. Bi hinceta pandemiyê hemû girtî hatine tecrîdkirin.”   Pakîze, bi bîr xist ku daxwazên girtiyan, di heman demê de daxwazên civaka demokratîkin û wiha rêz kir: “Divê ev daxwaz bên pêşwazîkirin.”   'Bila desthildatdarî dawî li pêkanînên kêfî bînin'   Pakîze,  bal kişand ser binpêkirin û îşkenceyên berê di girtîgehan de dihat jiyîn û ev bang kir: “Mafê jiyanê, mafê herî bi nirx e. Em naxwazin heman êşê cardin bijîn. Ji bo vê em bang li desthilatdariyê dikin ku dawî li van pêkanîn keyfî bîne. Divê li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê tecrîd bi dawî bibe. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku bibin dengê girtiyên siyasî.”