'Em ê heta dawiyê şopdarê bûyera îstîsmarê bin' 2021-01-29 13:59:41     HATAY - Platforma Jinan a Îskenderûnê, di daxuyaniya çapemeniyê de li dijî serbestberdana mamosteyê navenda etûdê yê du caran dest dirêjî xwendekara xwe kiribû wiha got:“Ji bo ku pêşiya van bûyerên wiha bên girtin, divê tacîzkar û îstîsmarkar bên cezakirin. Ji bo ku ev yek pêş bikeve em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê heta dawiyê şopdarê vê bûyera îstîsmarê bin.”   Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê, li navendeke etûdê ya bi awayekî qaçax dihat xebitandin de, mamoseyekê dest dirêjî xwendekara xwe ya zarok kiribû. Bertekên li dijî vê bûyerê dewam dike. Platforma Jinan a Îskenderûnê, derbarê destdirêjiya mamosteyê navenda etûdê de daxuyanî da çapemeniyê û bertek nîşan da.    Berdevka Demî ya Platforma Jinan a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di 26’ê Çileyê de, li ser hesabên medyaya civakî yên cuda derketibû holê ku li Îskenderûnê, mamosteyekî dest dirêjî xwendekara xwe ya 12 salî kiriye. Îstîsmarkarên bi qanûna înfazê derketin, di nava civakê de hîna jî bi awayekê bê kontrol tev digerin. Ev jî hêzê dide îstîsmarkarên nû. Îro jî hîndekar-mamosteyek pir rehet dest dirêjî xwendekara xwe dike. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev mamoste bû cara duyemîn ku tevlî bûyera destdirêjiyê dibe. Lê ev kes bi biryara berdana şertê kontrola edlî tê berdan.”    Mehtap, daxwaz kir ku “Wezîrtiya Zarokan” bê avakirin û wiha  got: “Ji bo ku pêşiya van bûyerên wiha bên girtin, divê tacîzkar û îstîsmarkar bên cezakirin. Ji bo ku ev yek pêş bikeve em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê heta dawiyê şopdarê vê bûyara îstîsmarê bin.”