Çalakvanên TJA’yê: Îqtîdar dixwaze darbe li rêxistinbûna jinê bide 2021-01-29 09:20:38   Medya Uren   MÊRDÎN - Çalakvanên TJA'yê girtina berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan şermezar kirin û gotin: "Îqtidara ku bi hişmendiya mêr deshilatdariya xwe dide meşandin tim dijminatiya jinan dike. Dizanin serî rakirina jinê wê bibe dawiya hemû şer û deshiladaran. Ji ber vê sedemê ji bi girtinan dixwazin darbe li rêxistinbûyîna jinê bidin.”   Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, piştî daneşîna doza wê ya bi îdaya "Rêbertiya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" ku li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn, piştî ku hat binçavkirin û duh hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Amedê. Biryara girtinê li gelek navendan ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin. Çalekvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Mêrdînê jî derbarê girtina Ayşe Gokkan de ji ajansa me re axivîn.    ‘Hûn nikarin têkoşîna me asteng bikin'     Adîle Kizilay di serî de bal kişand li ser erka Ayşe Gokkan û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ayşe yek çalekvanên Tevgera Jinên Azad e ku li dijî bindestî, li dijî nîjadperestî û zayendperestiyê têkoşîna demokrasiyê dida. Ew di vê oxirê de ji kedek mezin da ku em ji weke çalekvanên vê rêxistinê heman karî dikin. Lê dixwazin bi girtin û bi astengiyan rêxistina me terorîze bikin. Dixwazin me weke rêxistinekî “suç” bidin nîşa dan. Lê em ê tim li dijî hişmendiya mêr li qadan bin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Tu sûçbarî, gef û girtinên nikare têkoşîna me asteng bike. Hûnê nikaribin bi girtina Leyla Guven û Ayşe Gokkan me asteng bikin."    ‘Îqtidar rêxistina jinê ji xwe re weke gef dibîne’   Sebeh Kuday, wiha bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan: "TJA yek ji rêxistina ku Azadiya Jina Kurd dike armanc. Jin di bin banê wê de xwebirêxistin dikin. Jin ji aliyê dewlet û ji aliyê dewletaka biçûk a malbatê ve tê bindestkirin. Wekê zayenda duyem û sêyem tên dîtin. Ev jin li hemberî van bêmafiyan di nava TJA’yê de xwebirêxistin dikin û têkoşîna azadiyê didin. Îqtidara ku bi hişmendiya takekesî ya mêr rêveberiyê dike di ferqa vê yekê de ye û TJA ji xwe re weke gefekî dibîne. Ji jinan û ji serîhildana wan ditirsin. Ji ber vê yekê êrişên wan. Bi girtinan hewl didin ku xebatên me weke ‘suç’ nîşan bidin. Bi vî rengî difikirin ku me ji qadan dûr bikin.  Lê jin tucarî ji qadan dûr nekevin û dê her tim têkoşîna xwe bidomînin. Çiqas Ayşe Gokkan werin girtin jî em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam bikin."    ‘Armanca wan ruxandina rêxistina jinê ye’   Mekbule Ozbey, di destpêka axaftina xwe de girtina Ayşeyê şermezar kir û wiha axivî: “Bi taybet di demên dawî de êrişên mezin li hemberî jinê û komeleyên jinan tên meşandin. Ev êrişeke li dijî serî rakirin û azadiya jinê ye. Îqtidar weke her carî dijminatiya xwe ya li hemberî jinê bi girtina berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan re nîşa da. 81 car in bi awayekî bê hiqûq ew tê girtin û ji ber ku delîlên safî tune ne neçarin berdin. Ji ber ku Ayşe mafê jinê dibarêze, ji ber ku têkoşîna azadiya wan dide. Ev armanca wan ji eşkere dike. Dixwazin jinan bêdeng bikin. Em vê weke darbeyê dinirxînin û pêwîste Ayşe Gokkan a bê hiqûq hatiye girtin demildest were berdan.”   ‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’   Aysel Ayav, di axaftin xwe de bal kişand ser rol û mîsyona TJA'yê û got: "Tundî, tecawiz û qetlîama li hemberî jinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Di vê pêvajoyê de hewldan û xebatên TJA'yê girîng e û rolek mezin girt ser xwe. Ji bo azadiya jinan weke her carî TJA pêşengtî kir û destkeftiyên mezin ji bidest xistin. Îqtidara ku dijminatiya jinan dikir wê çawa destkeftiyên me deste ser bike difikire. Bi gef û astengiyan nekarîn dengê jinê qut bikin û niha jî dest bi girtinê dikin. Lê ev ji ne rêbazek ya wan ya nû ye. Dizanin ku çiqas girtin pêk were ji serhildan mezintir dibe. Girtina Ayşe Gokkan nabe dawiya rêxistinbûyîna jinê. Em ê xwebirêxistin bikin û têkoşîna azadiya jinê bidomînin. Divê em xwedî li Ayşe Gokkan û hemû rêhevalên me yên bê hiqûq hatine girtin derkevin."