Klara Edessa: Qetilkirina jinan, qetilkirina civakê ye 2021-01-29 09:16:06   Ronahî Nûda - Avaşîn Hêlîn    QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Klara Edessa di derbarê qetilkirina Hevseroka Meclîsa bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Sada Feysel El- Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr de got di şexsê Hevrîn Xelef de siyaseta jinê, di şexsê Zehra Berkel de xeta jina azad û di şexsê Sada û Hindê de jî hevgirtina gelan hate hedefgirtin.     Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El- Xidêr ji aliyên çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û qetilkirin. Girêdayî mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê, Klara Edessa bersiva pirsên ajansa me da.   Pergalên desthilatdar herdem êrîşî destkeftiyên jinan dikin, gelo hûn vê yekê çawa şîrove dikin?   Dema em behsa netewa demokratîk dikin, li hember wê em behsa modernîteya kapîtalîst û pergala desthilatdar a ku di roja îro de xwe ava dike, dikin. Netewa Demokratîk fikrekî têkoşîna li beramberî desthilatdariya mêrê serdest a heyî ye. Desthilatdar di rastiyê de xwe li ser koledariyê ava dike, armanca wan a yekem jî kolekirina jinê ye. Mirov dikarê bêje ku jin dibistana jiyanê ye. Di dîroka Sûriyeyê de jî heta cihekî ji bo jin bixwîne derfet hatiye dayîn, lê ji wir û şûn de jin hatine astengkirin. Her wiha jinên Sûriyeyê di asta memûrî wezîrtiyê de cihê xwe girtine, lê bi deng, reng, nasname û hebûna jinê naxebitin. Ji ber ku pergala heyî pergala mêrê serwer e. Jinên dibin xwedî erk jî bi karîkatura mêrê serwer dibin xwedî erk. Di dîroka jinên ereb de jî herdem serhildanek û serînetewandinek hebû. Mînaka herî dawî jî serhildana jinên Filistînê bû.   Hûn rola jinên ereb di Netewa Demokratîk de çawa dinirxînin?   Şerê cîhanê yê sêyemîn navenda wê Rojhilata Navîn e. Bê guman di şer de yên ku rastî êrîş, kiryar, êş û destdirêjiyê tên jin e. Dijmin jî di şer de yekem jinê hedef digire, ji ber ew jî baş dizanin ên ku jinê bixîne, civakê jî dixîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pergala Netewa Demokratîk re jina zana hate têgihiştin. Dema em behsa netewa demokratîk dikin weke baxçeyekî ji kulîlkan hatiye xemilandin ku hemû netew  bi reng, deng, ol û çanda xwe cihê xwe tê de digire. Di Netewa Demokratîk de di destpêkê de jine pêşengtiya wê kir, ji bo wê em dibêjin Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Bi pêşengtiya YPJ'ê jinên kurd di çeperan de li hember dijminên mirovahiyê çek rakirin û li hember çeteyên DAIŞ'ê şer kirin. Di vir de êdî jin hebûna xwe ji tevahî cîhanê re îspat kirin. Li bajarên Rojavayê Kurdistanê têkoşîneke mezin hat dayin. Piştî rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi xwîna şehîdan, ked, yekîtiya gelan û hevgirtina jinan hat rizgarkirin. Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşê qadên ereban  kir jinên ereb rastî gelek bûyerên bi êş hatin, piştî hate rizgarkirin hêviyek di şoreşa Rojavayê Kurdistanê  de û hebûna xwe di fikra netewa demokratîk de dîtin. Carek din fikra zindîbûnê di jinên ereb de jî pêş ket. Civak hebûn, yekîtî û hevgirtina xwe bi jinê re dikare bide avakirin, ji bo wê desthilatdar jî yekem êrîşî jinê dike. Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hevserokatî û rêveberiyê de cihê sereke girt û rola herî bingehîn û mezin leyîst. Jina ku di mal de nedikarî nêrîna xwe bîne ziman, bi avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  re di asta yekem de rola bingehîn leyîst û îradeya gel temsîl kir. Dema ku jin beden, çand û dîroka xwe nas kir, wê demê wê bizanibe çima ewqas têkoşîn dike.   Armanca qetilkirina Hevseroka Meclîsa bajarokê Til Şayirê Sada û Cîgira wê Hindê çibû?   Em şehadeta Hevseroka Meclîsa bajaroka Til Şayirê Sada Feysel El- Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr di şexsê wan de hemû jinên berxweder ên ku di rêya heqîqet û azadiyê de canê xwe feda kirine bi minetarî û bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi qetilkirina van pêşengan xwestin tirsek mezin bixin dilê jinê. Desthilatdaran bi vê qetilkirinê peyamek da jinan û diyar kirin ku ger hûn sinorê xwe derbas bikin em ê we qetil bikin. Dema ku jin rêxistinbûna xwe ava dike, dibe xwedî hebûn û îrade. Her wiha dema zane dibe kar û xebatên civakê dimeşînin. Ji bo wê bi vê êrîşê xwestin rêxistinbûna jinan belav bikin û têkoşîna wan bişkînin. Qetilkirina van jinan peyamek ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Jinên ereb ên ku herî dawî hatine hedefgirtin, mirov pênase bike yekem jin in, duyem ereb in û ya sêyem jî pêşengên Netewa Demokaratîk in. Beriya çend rojan salvegera damezrandina 7'emîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû, hemû pêkhateyên mîna kurd, suryan, tirkmen, ereb û  cihê xwe di pîrozkirina wê de digirtin. Ev yek jî Netewa Demokratîk bi xwe re ava dike. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş di nava şoreşê de tê afirandin, ji ber di aliyekî de şer dewam dike, ji aliyekî din jî civak û jin xwe bi rê ve dibe. Desthilatdar hêrî zêde ji jina zana ditirsin. Di her aliyî de êrîşek mezin heye, niha bi riya şerê taybet bomberdimanek mezin heye. Demek jî nakokî di navbera pêkhateyan de ava dikir, her wiha dest davêtin eşîrên mezin ên ereban. Loma desthilatdar bi hemû rê û rêbazên qirêj dixwaze eşîr û ereban ji Rêveberiya Xweser qut bike, da ku belavbûnek mezin ava bike. Şer beriya şer bi yekbûnê tê qezenckirin, ji bo wê ger yekîtî hebe serkeftin jî mîsoger dibe.   Bi êrîşkirina jinên pêşeng re gelo destkeftiyên şoreşê tê armanckirin, hûn vê yekê çawa şîrove dikin?   Bi vê êrîşî xwestin gefek mezin li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bidin xwarin. Ji bo wê em dikarin bêjin qetilkirina jinê, qetilkirina civakê ye. Her wiha qetilkirina her du jinên pêşeng peyamek siyasî bû. Netewa demokratîk bi yekîtî û azadîxwaziya gelan li hember desthilatdariyê hatiye avakirin. Rengê esasî di netewa demokratîk de rengê jinê bû, loma jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî jinên cîhanê re bûn hêviya esasî. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jina azad hatiye pêşxistin, desthilatdar ji bo ku di jinan de şikandinekê çêbikin, jinên pêşeng ên civakê qetil dike. Mînaka wan jî Hevrîn Xelef û Zehra Berkel û hwd. bû. Di şexsê Hevrîn Xelef de siyaseta jinê, di şexsê Zehra Berkel de xeta jina azad û di şexsê  Sada û Hind de jî hevgirtina gelan hat hedefgirtin.  Dijmin jî ketiye wê ferqê ku êdî jina zana serê xwe natewîne, jinekê dema qetil dikin bi hezaran jin serê xwe li hember desthilatdaran radikin. Îro bi hezaran jinên suryan, ereb, kurd, tirkmen û asur riya Sada û Hindê dişopînin.   Qetilkirina her du jinên pêşeng çeteyên DAIŞ'ê girt ser milê xwe. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?   Zîhniyeta DAIŞ'ê pergala desthilatdar bi xwe ava kir. Çeteyên DAIŞ'ê di bin navê Îslamiyetê de derket û yekem jin hedef girt. Em ji bîra nakin bi hezaran jinên Şengalê revandin û li bazarên Reqayê firotin, heta niha jî çarenûsa pir ji wan nediyar e. Em di roja îro de zîhniyeta dewleta tirk û çeteyên DAIŞ'ê ji hev cuda nikarin bi dest bigirin. Yên ku çeteyên DAIŞ'ê perwerde kir, madî, manewî, çek û piştgiriya lojîstîk da wan dewleta tirk bû. Dewleta tirk bi hebûna DAIŞ'ê xwest xeyalên xwe yên Împeratoriya Osmaniyan pêk bîne. Di her kêliya jiyana me de gefên dewleta tirk û çeteyên DAIŞ'ê heye, loma em navê dewleta tirk û çeteyên DAIŞ'ê nikarin ji hev qut bigirin dest. Niha li her derê ku dewleta tirk şer dike hemû DAIŞ'in, heta li çiyayên Kurdistanê jî çeteyên DAIŞ'ê bi cih kiriye û şer dikin. Şerê ku dewleta tirk dike bi çeteyên DAIŞ'ê dide kirin, ew yek jî rûpoşa desthilatdariyê ye. Desthilatdar bi navên cur be cur xwe didin pêş, lê zîhniyet yek e. Dewleta tirk îro hemû jinên berxwedêr digire û dixe zindanê. Lê jinên ku di zîndanan de dimînin bi ruhê Sakîne Cansiz têkoşîna xwe dom dikin û qadên zindanê kirin dibistanên zanistê. Yên ku zagon datîne dewlet e, yên ku her roj êrîşî jinan dike û tecawiz dike polisên dewleta tirk in, loma girtin, tecawiz û windakirina jinan ji xwe re rewa dibînin. Dewleta tirk li Tirkiyeyê bomberdimana fizîkî û derûnî dide meşandin, li Rojavayê Kurdistanê jî bi hedefgirtina jinên azad û pêşeng dixwaze jinê pûç bike.    Divê rol û mîsyona jinan di nava civakê de çawa be?   Dijmin dixwaze bi qetilkirina her jinekê, çavên jinan bitirsîne û civakê belav bike. Piştî şehadeta Sada û Hind tevgera jinê bi serhildan û çalakiyên xwe peyamek tund dane desthilatdaran. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku desthilatdaran Sada û Hindê qetil kirin, lê em bi hezaran jin Sada û Hindê ne. Rol û mîsyona jinan ji vir û şûnde dibe bi rêxistinkirî bin û divê hevgirtina xwe xurt bikin. Her wiha divê têkoşîna xwe li hember desthilatdaran her bidomînin. Dirûşma demê jî "Li dijî kujerên jinan sonda tolhildanê" ye. Ev tolhildan jî bi rêxistibûnê gengaz e. Divê tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên şoreşê biparêzin. Dema hevgirtina jinan pêk were, em ê ji kujerên jinan tolhildanê hilînin. Niha êrîşek topyekun li ser jinê tê meşandin, jin jî ji herkesî zêdetir berxwedanek topyekun dide meşandin. Bi pêşengtiya Avesta, Hevrîn, Revan, Arîn, Zehra, Sada û Hindêyan em ê kujerên xwe bi bin bixînin.  Em bi hêvî ne ku hemû jinên cîhanê bikaribin ku hevgirtina jinan pêk bînin, qetilkirina jinan baş analîz bikin û têkoşîna xwe li hemberî desthilatdaran mezin bikin.