‘Nîqaşên girtina HDP’ê êrîşa li hember jinan e’ 2021-01-29 09:12:13   Gulîstan Azak   AMED - Bertekên li dijî nîqaşên girtina HDP’ê didomin. Siyasetmedaran nîqaşên girtinê şermezar kirin û diyar kirin ku daxwaza girtina HDP’ê êrîşek li hember jinan e.   Êrîş û zextên li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome. HDP bi gotinên desthilatdariyê re her roj dibe hedef. Li aliyê din jî demek dirêj e gotinên serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên weke ‘bila HDP bê girtin’ jî di rojevê de cih girt. Bertekên li dijî vê didomin. Bi taybet jinan diyar kirin ku HDP partiyeke jinan e û got ev gotin di heman demê de êrîşek li hember jinan e.   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Seval Gulmez, bertek nîşanê nîqaşên girtina HDP’ê da û wiha got: “HDP’ê dengê mîlyonan girtiye, îrade û hêviya gelekî ye. Em behsa partiyeke ku bi hedefa jiyaneke hevpar ava bike, dikin. Hemû mirov xwedî mafên xweîfadekirin û azadiyê ne. Lê mixabin AKP-MHP ji bilî xwe nêrîna kesekî qebûl nake. Ji ber feraseta wan a demokratîk tune ye.”   ‘Aliyekî din ê şîdeta li ser jinê’   Sevalê bal kişand ser mîsyona HDP’ê û got girtina partiyeke ku di esasa jinê de siyasetê dike, di heman demê de aliyekî din yê şîdeta li ser jinê ye. Sevalê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di siyasetê de mafê gotinê ji bo jinê nedayîn , pirsgirêkek cuda ye. Em kesê li ser vê axê dijîn divê li hember hev rêzdar bin. Binêrin îro mirov rûyê wan nakenin. Ji pêşeroja xwe bê hêvî ne, fikarên wan hene. Ez li dijî êrîşên li hember HDP’ê banga xurtkirina qadên demokratîk dikim.”   ‘HDP partiyeke ji tevgera azadiya jinê xwedî dibe ye’   Cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran jî  der barê nîqaşkirina girtina HDP'ê de jî wiha got: “6 mîlyon û nîv kesî deng daye HDP’ê. Dîsa bi mîlyonan kes sempatizanê wê ye. Ji ber vê jî partiyeke tevgera gel e. HDP partiya bindestan e. HDP partiyeke ji tevgera azadiya jinê xwedî dibe ye. HDP têkoşîna ekolojiyê dide. Ji ber planên wan ên têkbirina HDP’ê pê pêk nehat niha hewl didin bigirin.”   ‘Divê her kes li dora HDP’ê bibin xelek û xwe rêxistin bikin’   Beycanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku li dora HDP’ê bibin xelek û xwe rêxistin bikin û got: “Heta em bê rêxistin bin wê êrîş jî hebin. Ji ber vê jî berpirsyarî û peywira me ya sereke têkoşîna li dijî faşîzm û mêtîngeriyê ye.”   ‘Wê pêşiya girtina partiyên din jî vebe’   Ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Reyhan Çakmak jî bertek nîşanê nîqaşan da û wiha pê de çû: “Ez van nîqaşan rast nabînim û şermezar dikim. 6 mîlyon û nîv mirov deng didin HDP’ê. Em van nîqaşên der barê girtinê de qebûl nakin. Yên li alî demokrasiyê divê vê qebûl nekin. Heta ku bersivek xurt ji bo van nîqaşan neyê dayîn wê konsepta wan a êrîşan jî mezin bibe û pêşiya girtina partiyên din jî vebin.”