‘Ne tenê malbatên girtiyan divê hemû kes bibe dengê girtiyan’ 2021-01-29 09:05:58   Safiye Alagaş - Sema Çaglak   AMED -  Zeyneb Ozer ku xwişka wê Besiye Ozer, 25 sal in girtî ye û heta niha 4 caran ketiye çalakiya grevên birçîbûnê wiha dibêje: “Divê ne tenê malbatên girtiyan, lazime ku hemû kes her kes bibe dengê girtiyan. Daxwazên girtiyan daxwazên tevahî Gelê kurd  in.”   Girtiyên sîyasî yên ji doza PKK û PJAK’ê di 27’ê Mijdara 2020’î de, bi armanca bidawîkirina  tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in didome û ji bo şermezarkirina binpêkirina mafan ku li girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Her wihên piştevaniya grevê jî her ku roj diçe li deverên cuda tê destpêkirin. Di çarçoveya vê piştevaniyê de li Mexmûrê jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengiya Meclisa Îştar jinan di 18’ê Kanûna 2020’î de, çalakiya grevê dan destpêkirin, li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê, ji bo heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê hat kirin û li rojavayê kurdistanê jî dem bi dem çalakiyên grevê û yên piştevaniyê jî bê navber didomin.   Li gel piştgirîya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ku zêde dibin, xizmên girtiyan û malbatên wan banga piştgiriyê û hestiyariyê dikin. Besiye Ozer ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye, heta niha 4 caran ketiye grevên birçîbûnê. Xwişka Besiye, Zeyneb Ozer bang li rayedaran kir û xwest ku daxwazên girtiyan demildest bên bichanîn.   ’25 sal in girtî ye’   Zeynebê da zanîn ku xwişka wê 25 sal in girtî ye û wiha got: “Xwişka min li Amedê hate girtin û di destpêkê de li amedê bû, piştre êrîşî wan kirin û wê sirgûnê Girtîgeha Midyada Mêrdînê kirin. Di sala 2012’an de girtiyan ji bo şert û mercên girtîgehan ku bên sererastkirin û zilma li wan tê kirin dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Xwişka min wê demê jî ketibû grevê. Li wir jî hatin sirgûnkirin û wan şandin girtîgeha jinan a Gebzeyê. Niha jî li wir dimîne. Xwişka min ji girtina xwe heta îro 4 caran ketiye grevên birçîbûnê.  Her wiha di sala 96’an de ketibû rojiya mirinê û piştî 27 roj an ew rakiribûn nexweşxaneyê.”   ‘Heke tecrîd rabe dê gelek tişt biguherin’   Zeynebê diyar kir ku heke tecrîd bi dawî bibe, ji bo hemû gelên Rojhîlata Navîn çareseriyek bi rûmet dê bê pêşxistin. Zeynebê, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tecrîd ne tenê li girtîgehan, li derve jî didome û tu kes nikare fikr û ramanên xwe bi rehetî bibêje. Ji bo ku kes fikrên xwe nebêjin zexteke mezin li ser wan heye.  Heke tecrîda li ser Gelê Kurd biqede, dê tecrîda li Tirkiyeyê jî biqede û çareseriyek bi rûmet bê pêş xistin. Em îro rewşa Tirkiyê dibînin ku di her aliyî de bi qeyranek mezin re rûbirû ye. Bi wê qeyranê tecrîd û zexta li ser civakê kûrtir dibe. Kesek nikare medyaya civakî bi kar bîne,  di her aliyî de astengî heye. Sîyasetek xetimandî tê birêvebirin. Ew tecrîda li ser tevahiya Tirkiyê di destpêkê de ji îmraliyê dest pê dike. Girtî dizanin ku gava li Îmraliyê  tecrîd rabe ew ê mafên xwe jî bi dest bixin. Heke tecrîd bê bidawîkirin dê gelek tişt biguherin.”   ‘Divê tu kes bêdeng nemîne’   Zeynebê got ku piştevaniyek bingehîn divê û wiha dawî li axaftnina xwe anî: “Niha li gelek deveran hem li welêt û hem jî li dervê welêt piştevaniyeke xurt heye. Piştgiriya wê çalakiyê dê zêdetir bibe û xwe bigihîne hemû qadan. Ligel vê yekê divê ne tenê malbatên girtiyan tu kes bêdeng nemîne, pêwist e ku hemû malbat û rêxistinên sîvîl jî bikevin hewldanê. Tevî van yekan bêdengiya desthîlatdarê ya li hemberê çalakiya grevên birçîbûnê nayê qebûlkirin. Bila guh bidin daxwazên girtiyan. Daxwazên wan daxwazên gelê kurd in.”