'Leyla Guven jinek xwediyê dîrokeke têkoşîna mezin e' 2021-01-29 09:04:29   Sara Şêx Hesen   HELEB - Endama Kongreya Star a bajarê Helebê Sîham Bîlal, derbarê girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û hedefgirtina vîna jinan de nêrîna xwe anî ziman û ev tişt got: "Leyla ji bo me sembola berxwedan û têkoşînê ye. Girtina Leylayê biryarek ne hiqûqî ye. Bi girtina Leylayê re dixwazin destdirêjiyê li ser vîn û azadiya jinan bikin."   Dewleta tirk ji dîrokê de heta roja me ya îro êrîşî rêxistin û pergala jinan dike. Bi kiryarên cur be cur dixwaze vîna jinan bişkîne û wan ji mafê wan dûr bixe. Di êrîşên xwe de destpêkê jinên siyasetmedar, pêşeng û zane dike armanc. Di 21’ê Kanûna 2020’an de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dîl hate girtin û cezayê 22 sal û 3 meh lê hate birîn. Li dijî vê biryara ne hiqûqî, li seranserî cîhanê jinan bertek û helwestên xwe nîşan didin. Têkildarî mijarê Endama Kongreya Star a bajarê Helebê Sîham Bîlal nêrîna xwe anî ziman û bi me re parve kir.    'Leyla Guven jinek xwediyê dîrokeke têkoşîna mezin e'   Sîhamê di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk bi girtina Leylayê re vîna jina azad dike armanc û wiha pê de çû: "Ev kiryar û êrîşên dewleta tirk ên di derheqê jinan de dike, em şermezar dikin. Êrîşên dewleta tirk ên li ser pergala jinan lawazbûna dewleta tirk a li hember vîna jinê dide nîşandan. Leyla Guven jinek xwediyê dîrokeke têkoşîna mezin e û bi vê têkoşîna xwe mohra xwe li dîroka jinê xistiye. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo demeke dirêj kete greva biçîbûnê û pê re jî gihîşt armancên xwe. Niha jî dewleta tirk bi şêwazên dermirovî dixwaze vîna jinan bişkîne û di kesayeta jinên mîna Leylayê de, me ji doza têkoşînê vegerîne. Jin li ku derê be rih û armancên wan yek in. Em ê ji bo azadiya Leyla Guven û hemû girtiyan di nava çalakiyan de bin."   'Leylayê nûnertiya berxwedan û tekoşîna hemû jinan dike'   Sîhamê da zanîn ku Leyla Guven nûnertiya hemû jinan dike û wiha bi dawî kir: "Hêzên desthilatdar tu carî serhildana jinê qebûl nakin, ji bo wê her dem li pey jinan e da ku îradeya wan bişkînin û serî li wan bidin tewandin. Leyla nûnertiya berxwedan û tekoşîna hemû jinan dike. Dijmin nikare jina kurd qir bike, ji ber îro jin di fikirê xwe de azad in. Em serî ji sîstemên ku dixwazin hebûna me tune bikin natewînin. Şêwaz û hinceta dewleta tirk a girtina Leyla Guven ne hiqûqî ye. Pêwîst e di vê derbarê de rêxistinên mirovî jî bi erka xwe rabin."