'Divê hemû kes li dijî komkujiyên li ser Til Rifatê derkevin' 2021-01-29 09:01:18   Sara Şêx Hesen    HELEB - Jinên ji Taxa Şêx Meqsûdê li dijî komkujiya Til Rifetê bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Armanca dewleta tirk şikandina hêviya vegera Efrînê ye. Êdî bes e ji dagirkeriyê re. Em azadiya welatê xwe dixwazin. Divê hemû kes li dijî komkujiyên li ser Til Rifatê derkevin."   Dewleta tirk rojane bê navber Kantona Şehbayê cihê ku koçberên Efrînê lê dijîn, topbaran dike. Di dîroka 3’yê Kanûna 2019’an dewleta tirk  navçeya Til Rifetê ya Kantona Şehbayê topbaran kir. Di encama wê topbaranê de 8 sivîl ku di nav de zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan. Di 23’yê Çileya 2021'an de careke din dewleta tirk komkujiyek li Til Rifetê pêk anî. Di encamê de hejmarek sivîl di nav de du zarokan jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî komkujiyên ku derheqê sivîlan de ji aliyê dewleta tirk ve pêk tên, jinên ji Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê bertekên xwe nîşan dan û axivîn.   'Armanca dewleta tirk şikandina hêviyên gel in'   Jina bi navê Emîne Reşîd komkujiya ku ji aliyê dewleta tirk ve li ser gelê sivîl li Til Rifetê pêk aniye şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk careke din Til Rifetê topbaran dike û sivîlan hedef digire. Di salvegera 3’yemîn a êrîşkirina li Efrînê de dewleta tirk navçeya Til Rifetê topbaran kir, bi van kiryaran dixwaze vîna vegera li ser axa Efrînê bişkîne. Kiryarên dewleta tirk li dijî sivîlan ne nû ne, her dixwaze mirov di nava tirsê de bijîn. Dewleta tirk di asta yekemîn de jinan dike hedefa êrîşên xwe. Em dibêjin ji kuştinê re bes e. Em qet ji riya xwe venagerin. Em ê her dem li ser piya bin. Hebûna gelê me li Şehbayê ji bo vegera Efrînê, teqezkirina serkeftinê ye."   'Em dixwazin dengê me bigihêje tevahî cîhanê'   Jina bi navê Zeyneb Nasir jî kiriyarên dewleta tirk ên li ser jin û zarokan weke destdirêjiya li ser hebûna gelê Efrînê bi nav kir û wiha pê de çû: "Ev komkujiya duyemîn e ku dewleta tirk bi serê gelê Efrînê li Şehbayê pêk tîne. Di dema êrîşên li ser Efrînê de dewleta tirk 72 balafirên şer li ser Efrînê rakir, dest bi topbaranê kir û gel jî li hember vê berxwedaneke bêhempa da meşandin. Dixwazin şêniyên Efrînê ji Şehbayê jî bide koçberkirin, da ku dagirkeriya xwe berfireh bikin. Em dixwazin dengê me bigihêje tevahî cîhanê, ev êrîşên ku li ser Efrînê pêk tên em qebûl nakin. Divê rê li pêşiya van êrîşan bê girtin. Gelê Şehbayê ruxmî hemû derfetên kêm di kampan de li ber xwe didin. Em kurd hene. Dewleteke weke dewleta tirk nikare me qir bike."   'Divê hemû kes li dijî komkujiyên li ser Til Rifatê derkevin'   Jina bi navê Fehîme Şêx Heyder destnîşan kir ku dewleta tirk bê cudahî hemû pêkhateyan hedef digire û ev tişt got: "Dema şerê Şêx Meqsûdê dest pê kir û şer dijwar bû, herêma Efrînê ji herêmên herî bi ewle bû.  Hemû pêkhate li gel hev bê ferq û cûdahî dijiyan. Yê herî zêde dibe qurbaniya van şerên hovane yên ku tên meşandin zarok û jin in. Heta niha tu dewletên navneteweyî li dijî Erdogan helwestên xwe yên cidî nîşan nedane. Divê hemû kes li dijî komkujiyên li ser Til Rifatê derkevin"