Şêniyên Tel Rifetê êrîşên dewleta tirk bi meşekê şermezar kirin 2021-01-28 16:36:11     ŞEHBA - Şêniyên bajarokê Tel Rifetê bi armanca şermezarkririna êrîşên dewleta tirk û kiryarên wê yên li ser sivîlên Kantona Şehbayê meşeke girseyî li dar xistin.   Bi armanca şermezarkririna êrîşên dewleta tirk û kiryarên wê yên li ser sivîlên Kantona Şehbayê û bi dirûşma"Na ji êrîşên tirkiyeyê re û qirkirina ku li ser sivîlan dike, Erê ji berxwedan û wekheviya gelan re", şêniyên bajarokê Til Rifetê meşiyan. Meş bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyên bajarokê Til Rifetê, şêniyên Şehbayê û endamên sazî û dezgehên sivîl pêk hat. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan, pakrewanên komkujiya Til Rifetê û pankertên bi nivîsa" DAIŞ jinan dikuje û Erdogan zarokan dikuje" ,"Jinên Efrîn û Şehbayê li hember dagirkeriya Tirkiyeyê  li ber xwe didin" hatin hildan. Meşê ji nexweşaneya Tel Rifetê dest pê kir û heta qada bajarokêTel Rifet dewam kir.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Rêveberiya Meclîsa bajarokê Til Rifetê Nejah Hisên axaftin kir.    Nejahê di destpêkê de dewleta tirk û kesên ku alîkariya dagirkeriyê dikin şermezar kirin û ev tişt got: "Divê hemû hemwelatiyên Sûriyeyê yên ku bûne alîgirên tirkiyeyê êdî rastiya girîngiya yekbûna gelê Sûriyeyê nas bikin. Divê em bi hev re welatê xwe rizgar bikin û pilanên ku li ser gelê Sûriyê tevahî tê meşandin vala derbixin. Ji bo azadî û demokrasiyê em ê têbikoşin."   Hevserokê Meclîsa bajarokê Tel Rifet Cuma Kelo wiha got: "Ji destpêka şoreşê ve dewleta tirk sînorên xwe ji hêzên terorîst re vekir. Ger dewletên navneteweyî bi erkên xwe rabin, wê dewleta tirk nikarîbana ewqas komkujiyan derheqê sivîlan de pêk bîne. Lê belê bêdengiya cîhanê bû sedema komkujî û qirkirina gelên Sûriyeyê."   Meş bi dirûşma "Bijî Berxwedana Tel Rifet, Şehîd Namirin " bi dawî bû.