Li Stenbolê jinan got: Ayşe Gokkan vîna me ye 2021-01-28 15:36:34     STENBOL - Li dijî girtina Ayşe Gokkan û Zeynep Olbecî li Stenbolê ji hêla TJA'yê ve daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Ayşe bi salan ji bo azadiya jinên kurd têkoşîn da. Ayşe vîna jinan temsîl dike û divê Ayşe û Zeynep serbest bên berdan."   Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, piştÎ daneşîna doza wê ya bi îdaya "Rêbertiya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" ku li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn duh berê êvarê hatibû binçavkirin û îro jî hat girtin. Ayşe şandin Girtîgeha Jinan a Amedê. Aktîvîstên TJA'yê li Stenbolê li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr a Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê û girtina Ayşeyê şermezar kirin. Aktîvîsten TJA'yê, parlamenterên HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “TJA nayê darizandin" hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana jinan”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî piştevaniya jinan" hat berzkirin.    ‘Li dijî faşîzmê dê têkoşîna jinan bi ser keve'    Ewilî endama Rizgariya Jinan Burcugul Çubuk axivî û diyar kir ku bi piştevaniya jinan îro civiyan e û got: "Bi girtina Ayşeyê dixwazin xebatên TJA'yê îlegalîze bikin. Ayşe bi dehan caran hat binçavkirin û hat girtin. Lê tu carî dev jî têkoşîna jinan berneda û niha jî bernade. Li dijî faşîzmê dê têkoşîna jinan bi ser keve."    'Em ê têkoşîna hevpar bidin meşandin'   Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst Denîz Aktaş, diyar kir ku carek din jin li dijî faşîzma qesrê hatin cem hev û wiha axivî: "Jin kirdeya siyasetê ye û carek din hedef hat girtin. Bi binçavkirin û girtinan hewl didin ku jinan çavtirsandî bikin. Ji jinên pêşeng ditirsin. Em ê li dijî tirsa wan têkoşîna xwe mezin bikin û têkoşîneke hevpar bidin meşandin."   ‘Leyla û Ayşe vîna me ye'    Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut jî bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber têkoşînê jin hedef tên girtin. Lê em jin tu carî dev jî têkoşînê bernadin. Leyla Guven û Ayşe Gokkan vîna me ye. Girtina wan li hemberî mezinkirina têkoşîna me nabe asteng."    ‘Bi têkoşînê me mafê xwe girt dest'    Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku bi 10 hezaran jin li dijî faşîzmê li ber xwe dide û wiha bi lêv kir: "Jin ji bo jiyana azad têkoşîna xwe didomîne. Faşîzm jî li dijî wê yekê êrîşê jinan dike û jinan binçav dike. Îqtîdar têkoşîna jinên kurd tu carî nasnekiriye. Her wiha tu carî îqtîdar maf nedaye jinê, jin bi têkoşîna bi salan mafê xwe bi dest xistiye. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Jinên ku daxwaza pratîzekirina Peymana Stenbolê dikin tên astengkirin. Têkoşîna jinên kurd tê krîmînalîze kirin. Dixwazin tevgera Jinên Tirkiyeyê ji ya kurdan qut bikin."   'Ayşe û Zeynep divê serbest bê berdan'   Li ser navê TJA'yê jî Besra Îşsever axivî û bal kişand ser êrişên li hemberî jinan û got: "Îqtîdar jinên kurd hedef girtiye û êrişê têkoşîna jinan dike. Dixwaze têkoşînê têk bibe. Jinên ku li hemberî şîdeta dewletê serî netewandiye dê bi paradîgmaya azadiya jinê dê têkoşîna xwe bidomîn. Divê Ayşe Gokkan û Zeynep Olbecî serbest bê berdan."   Daxuyanî bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.