Jinan ji bo Ayşe Gokkan bang kir 2021-01-28 13:57:42   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê, derbarê biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan de LI Şirnex û Semsûrê daxuyanî dan. Jinan anîn ziman ku di şexê Ayşe’de têkoşîna jinê hedef hatiye girtin û bang kirin ku Ayşe Gokkan demildest serbest bê berdan.   Tevgera Jinên Azad(TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Şirnexê derbarê biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan de li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê daxuyaniyek dan  Jinan daxuyaniya xwe li gel astengiya polîsan bi tevlibûna aktîvîstên TJA'yê û rêxisitnên Meclisên Jinan ên bajêr û navçeyan ên HDP'ê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Dê bi berxwedana jinan îqtîdar mêr dewletê têk biçe”  hat vekirin. Li ser navê jinan daxuyanî Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag xwend.   Sabuha, anî ziman ku her roj binpêkirinek din li hiqûqa dijminatîyê ya desthilatdarîya baviksalar a AKP-MHP’ê zêde dibe ku li dijî jinan û kurdan bi kar tînin û got: “Desthilatdar li alîyekî êrîşî jinan û destkeftên wan dike û li alîyê din jî tevgera jinên kurd hedef digire ku têkoşîna azadîya jinan bi rê ve dibe. Desthilatdarîya ku derdeke wê ya wisa nîne ku rê li tundûtîjîya li dijî jinan bigire, jinên ku ji bo bidawîhatina vê tundûtîjîyê têdikoşin, binçav dike û digire û armanc dike ku têkoşîna me ya ji bo azadîya jinan têk bibe. Bi rastî biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û çalakvana TJAyê Zeyneb Olbecînê xeleka dawî ya hiqûqa dijminane ya desthilatdarîyê ye ku li dijî jinan bi kar tîne.”   ‘Em ne xerîbên polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan e’   Sabuha, diyar kir ku hin kes dixwazin TJA’yê îllegalîze bikin û wiha pêlda axaftina xwe: “TJA rêxistina sîwanî ya tevgera azadîya jinên kurd e.  Ayşe Gokkan bi dirêjahîya jîyana xwe ya sîyasî 83 caran hatiye binçavkirin û 200 carî der heqê wê de lêpirsîn hatine vekirin. Ayşe Gokkan kî ye? Ayşe Gokkan hevaleke me ye ku temenê xwe ji bo têkoşîna azadîya jinan feda kiriye. Desthilatdarîya baviksalar dixwaze têkoşîna Ayşeyê ya ji bo jinan ku bûye şaredara Nisêbînê jî terorîze bike. Ayşe Gokkan hevaleke me ye ku parêzvan û çalakvana mafên jinan e û ji hêla hemû sazîyên li Tirkiyeyê ve ji nêzîk ve tê naskirin e. TJA, sazîyeke jinan e ku jinan bi hezar ked û têkoşînê ava kirine. TJA sazîyek e ku ji bo avakirina civakeke demokratîk têdikoşe ye. Belê hûn ji ber vê yekê ditirsin! Lê belê em ne xerîbên polîtîkayên we yên dijminane yên li dijî jinan e.”   ‘Divê Ayşe Gokkan û Zeyneb Olbecîn demildest bên berdan’   Sabuha, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em careke din ji vir bang dikin. Ne têkoşîna azadîya jinan, divê kujerên jinan, divê kesên ku destdirêjî û destavêtinê li jinan dikin bêne mehkemekirin. Kesên ku wan diparêzin û wan pak dikin, divê ew bêne mehkemekirin. Ne polîtîkayên we yên dijminane yên li dijî jinan, têkoşîna me ya rêxistinkirî ya jinan dê bi ser keve. Divê Ayşe Gokkan û Zeyneb Olbecîn demildest bên berdan.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Jina” û “Bijî Berxwedana TJA’yê” bi dawî bû.    Jinan li Semsûrê daxuyanî dan   Jinan li avahiya HDP'ê ya Semsûrê li dijî girtinan daxuyaniya çapemeniyê dan. Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Yeşim Akgul da zanîn ku girtin êrişeke li dijî têkoşîna jinê ye û got ew ê bi van êrişana dawî li têkoşîna xwe neynin.    Yeşimê da zanîn ku ew ê wekî jin têkoşîna xwe bidomînin û wiha dewam kir:"Li dijî tundiya mêr dewletê ya li dijî jinê paradigmaya azadiyê ya jinê serî natewîne. Ew ê nikaribin TJA'ya li ser paradîgmaya azadiya jinê têdikoşe biçewisînin. Em ji vir careke din jî bang dikin. Em dibêjin divê ne têkoşîna jinê, divê kujerên jinan, yên destdirêjiyê dikin, tecawizkar bên darizandin. Kesên wan diparêzin divê bên darizandin. Ne polîtîkayên we yên dijminatiya jinê dike ew ê têkoşîna me ya jinê ya rêxistinkirî bi ser bikeve. Divê Ayşe Gokkan û Zeynep Olbeci demildest bên berdan."