Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê 58 roj in didome 2021-01-28 12:27:49     ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdana Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 58 roj in berdewam dike.    Li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedan. Çalakî di roja xwe ya 58’an de berdewam dike. Xelkê Şengalê diyar kirin ku ku heya daxwazên wan pêkneyên, ew ê dev ji berxwedana xwe bernedin.