Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan anîn edliyeyê 2021-01-28 12:27:07     AMED - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan a do bi şev ji ber biryara girtinê ya derbarê wê de hat binçavkirin sewqî edliyeyê hat kirin.    Duh danişîna doza Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hatibû dîtin û bi angaşta “endam û rêvebriya rêxistinê” biryara girtina wê hatibû dayîn û piştre di saetên êvarê de hatibû binçavkirin.    Ayşeya ku ji duh êvar de li Miduriyeta Polisan a Amedê dihat girtin, sewqî edliyeyê hat kirin. Hat diyarkirin ku wê Ayşe derkeve 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê û piştî ku biryara derbarê wê de hatiye dayîn li rûyê bê xwendin dê bişînin girtîgehê.   Parêzerên Ayşe Gokkan, serî li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ku dadgeha ji 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bilindtir e dan û biryara girtina Ayşe îttîraz kirin. Li bendê ye ku dadgeh bersiva serlêdana îttîrazê bide.