Dibistanên Mexmûrê ketin betlaneya nîvê salê 2021-01-28 11:00:36   MEXMÛR - Dibistanên Wargeha Mexmûr ketin betlaneya nîvê salê û xwendekaran  karnameyên xwe bi merasîmekê wergirtin.   Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ketin betlaneya nîvê salê ya serdema 2020-2021 ‘ê ya perwerdê û xwendekaran  karnameyên xwe bi merasîmekê wergirtin. Li Mexmurê bi giştî çar dibistanên Seretayî, du dibistanên Navîn û  dibistaneke Amedeyî û 5 jî pêşdibistan hene.    Merasîma ji bo wergirtina karneyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî Cangoriyên azadiyê hat destpêkirin. Piştî merasîmê li ser navê Meclîsa Gel a Wargehê Bêwar Unver axivî di destpêka axaftina xwe de serdema perwerdê ya 2020-2021’ê li xwendevan, mamoste û malbatên wan pîroz kir û wiha berdewam kir: ‘’Bê guman hemû gel hemu netew ji bo bi zimanê xwe bi çanda xwe werin naskirin, pêwistî bi perwerdeya zimanê xwe yê dayîkê dibînin. Weke şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cudî bi saya keda Rêber Apo û şehîdên şoreşê em bi ziman û çanda xwe perwerdeyê dibînin. Em dibînin ku îro bi hezaran zaroken Mexmurê her yek weke kulîlkekê wê di pêşeroja welatê azad Kurdistanê de ji bo her çar parçeyên Kurdistanê çand û zimanê kurdî li her derê cihanê biparêze.Ji bo wê em careke din em ji xwendevanên xwe re serkeftinê dixwazin û keda mamosteyên hêja jî pîroz dibînin.’’   Piştî merasîm û axaftinê karne û diyariyên xwendevanên ku di refa xwe de bune yekem hatin li wan hatin belavkirin.