Leyla Guven: Em mafdar in em ê teqez bi ser bikevin 2021-01-28 10:02:51   XARPÊT - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê ji ajansa me û ji gel re peyama "Em bi hêvî ne bi biryar in mafdar in em ê teqez bi ser bikevin" ragihand.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di rûniştina li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de 22 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Leylaya ku di 21'ê Kanûna 2020'î de hatibû binçavkirin di 22'yê Kanûnê de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinê ya Tîpa T a Amedê. Di heman rojê de di saetên şev de parêzerên Leylayê dema diçin ji bo hevdîtinê hîn dibin ku Leyla şandine Girtîgeha Xarpêtê.    Leylayê ji girtîgehê bi rêya ajansa me ji gel re peyam şand.   'Kurd bi hiqûqek taybet hat darizandin'   Leylayê bi vê gotina bîrewerê navdar Hegel dest bi peyama xwe kir,"Azadî dema tu jiyana xwe bixe talûkeyê tu dikarî bi dest bixî. "Leylayê diyar kir ku nûnertiya wê ya dayina bedel a ji bo gelê ku ziman, çand, nasname, siyaset, rêxistina azadiyê lê tê qedexekirin, ne nû ye. Leyla bal kişand ser darizandina kurdan a bi salan diyar kir ku kurd ji Dadgehên Îstiklalê bigirin heta DGM'yan û îro jî li dadgehên cezayên giran her dem bi hiqûqek taybet hatine darizandin.   'Cezayên li me tên birîn encama daraza siyasî ye'   Leylayê da zanîn ku ji doza wekî 49'î di dîrokê de cihê xwe girt heta dozên KCK, "zarokên kevir avêtine", Dayikên Aştiyê û heta gotina stranan, lêdana pîspîskê kurd bi salan hatine darizandin. Leylayê anî ziman ku bi dehan salan e ew dibe şahidê vê yekê. Her wiha Leylayê da zanîn ku gelek kes tevî nasnava xwe ya akademik li ser ekranên TV'yê têkildarî şêwaza siyaseta kurdan dikevin pêşbirka heqaretê û li ser vê yekê pirîmê dikin. Leyla wiha dewam kir:"Loma cezayên gayrîhiqûqî yên li me tên birîn encama daraza siyasî ye."   'Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin'   Leylayê di berdewamiya peyama xwe de wiha got:   "Dadger û dozgerên darizandina dosyayên di 2009'an de yên KCK'ê dikirin niha bi rêbazên xwe yê bêhiqûqî ew tên darizandin. Kesên vê kevneşopiyê didomînin ew ê jî rojekê li hember edaletê hesab bidin. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Mafên hukumxwar û girtiyan tên xespkirin. Girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin, gelek girtî tevî ku cezayên wan diqedin jî nayên berdan, cezayên dîsîplînê yên kêfî ji bo girtiyan tên dayin. Mixabin rastiyeke wiha ya girtîgehan heye. Heger ji malbatekê 5 kes di girtîgehê de bin û zarokên ku dewsa li derve lîstikan bilîzin di nava betonên girtîgehan de bin li vir wê demê pirsgirêkeke cidî heye. Ev tiştê em behs dikin pirsgirêka kurd e... Çareseriya pirsgirêka kurd a rê û rêbazên demokratîk pêkan e. Kesên naxwazin çareser bibe sedema van êşa heyî ew in. Tevî hemû tiştî gotina "Hêvî ji serfiraziyê bi nirxtir e" dirûşma  me ye. Em bi hêvî ne bi biryar in mafdar in em ê teqez bi ser bikevin."   Em li hundur bin jî li derve jî bin em nasekinin   Soza me ya ji bo gel û dayikên me yên bi êş in; Em li hundur bin jî li derve jî bin em nasekinin. Em bi we re ji heman jêderka moral û jêderka jiyanê xwe têr dikin. Ew nirxana ew ê her dem rêya me ronî bikin. Bila dilê xwe mufereh be ew ê pêşiya me rojên ronî û xweş hebin. Em ê bi hev re bi pêşengiya jinê honandina jiyana azad bidomînin. Ji diyarê Sara û Mazlûman tevî rêhevalên min ên jin ên li vir in ji bo herkesî silavên xwe dişînin û rêzê nîşan didin."