‘Berê deriyên me nedihatin girtin lê niha venabin’ 2021-01-28 09:21:18   WAN - Jina bi navê Kudret Botan li Wanê dirûnvaniyê dike û jina bi navê Sema Savci jî li Agiriyê heman karî dike. Her du jin her çiqas li bajarên cuda heman karî bikin jî ji ber krîzê hatine asta ku nikarin bixebitin. Jinan diyar kirin ku ji ber krîza aborî ya ku di pêvajoya vîrusê de hîn bêtir giran bûye nikarin êdî karê xwe bikin û gotin: “Berê deriyên me nedihatin girtin lê niha jî venabin.”   Krîza aborî ya ku beriya vîrusê rû dabû, bi vîrusê re hîn bêtir giran bû. Di vê pêvajoyê de bi sedan esnafî dukan girtin û nivê esnafên ku dukên xwe girtin jî jin bûn. Jinên ji ber deynê kirê, ceyran û gazê nikarin dukanên xwe vekin, du car têkoşîna jiyanê didin. Jina bi navê Kudret Botan li taxa Xaçort a Îpekyol a Wanê ye û dukan wê ya dirûnkariyê heye. Sema Savci jî li Panos a Agiriyê ye û ew jî dirûnkariyê dike.   ‘Kumaşê 35 TL bû 65 TL’   Kudretê diyar kir ku bi kedek mezin dukana xwe vekiriye û got beriya dukanê vebike li mala xwe dirûn dikir û bi pereyê qezenc kiriye jî dukan vekiriye. Kudretê diyar kir ku berê odeyek wê wek qada kar bi kar dianî hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Muşteriyên min ji min razî bûn. Ji ber vê min dukanek kirê kir. Min dukana xwe du sal berê vekir. li gorî min ferqa jin û mêr tune her kes dikare bixebite. Divê em hewcedarê kesî nebin. Mêr çawa bi xwe debara xwe dike divê jin jî bi xwe bike. Beriya vîrusê min qumaşê xwe ji Sîlopiya Şirnexê dianî. Qumaşê sala borî min bi 35 TL digirt niha bûye 65 TL. Berê ji bo dawetan jin dihatin fistan didrûtin. Lê ji ber vîrusê dawet betal bûn. Min bihayê dirûtina fistan neguhert. Ji ber pere bi mirovan re tune ne. Lê rewş zehmet e. Meha borî bi zor min kirêya dukanê da.”   ‘Kesek jî nayê dukanê’   Jina bi navê Sema Savci li Panosa Agriyê ye û ji ber hevjînê wê kar nake wê dest bi karê dirûnvaniyê kiriye û got: “Ez cil û bergên gelerî didrûm. Lê ji ber krîzê ez karê destan jî dkim. Em debara xwe bi dukanê dikin. Krîz her diçe giran dibe. 13 sale dirûnkariyê dikim û îsal rewş gelek xerabe. Beriya pandemiyê dawet hebûn. Bûk ji bo cihêzên xwe dihatin. Cil û bergên dirûtinê dihatin. Berê deriyên me nedihatin girtin niha jî em nikarin vekin. Em li hember van hemûyan têdikoşin."