‘Pergaleke desthilatdariyê ya bi salan heye’ 2021-01-28 09:19:04   COLEMÊRG - Hevseroka HDP’a Şemzînanê Sozdal Atîlla diyar kir ku divê xwedî li greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bê derketin û got: “Tecrîd pêkanîneke ji birçîhiştina gel bigirin heta tayînkirina qeyûman a ji bo şaredarî û zanîngehan e.”   Li hemû girtîgehan girtiyan li dijî tecrîda giran a li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin û bi koma 12’emîn çalakî di roja 63’emîn de didome.Hevseroka HDP’a Şemzînanê Sozdar Atîlla tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand.   ‘Ji ber jin di bin tecrîdê de ne tên kuştin’   Sozdarê balkişand ser tecrîda ku bi salane berdewam dike û got bi taybet jin bi salane di bin tecrîdê de ne û wiha pê de çû: “Jinan parastin, dîrok û îradeya xwe bi îdeolojiya Rêber Ocalan nas kirin. Jin ji ber di bin tecrîdê de ne tên kuştin. Wek me got tecrîd tenê li ser Birêz Ocalan nîne. Tecrîd pêkanîneke ji birçîhiştina gel bigirin heta tayînkirina qeyûman a ji bo şaredarî û zanîngehan e. di esasê de hemû gelên Tirkiyeyê û Gelê Kurd di bin tecrîdê de ye.”   ‘Ji ber berxwedanê desthilatdar paşve gavê diavêjin’   Sozdarê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku desthilatdarî bi aşkera dibêje ‘hunê fikra min pêk bînin, qebûl bikin’. kurd, elewî, ermenî û hemû kesên serî natewînin jî tên girtin û binçavkirin û tên tecrîdkirin. Dema berxwedan mezin bin jî desthilatdarî neçar dimîne şûnde gavê bavêje. Dema Leyla Guven ket grevê, desthilatdarî ket zorê û yek du gav avêt û parêzer şandin cem Rêbertiyê. Pergaleke heyî ya desthilatdariyê ya bi salan heye. Siyaset û pergala wan êdî bûye rojane, piştî grev bi dawî bûn dîsa tecrîd pêk anîn. Desthilatdariyê di vir de di esasê de analîzek kir û got ka hela civak hîna gotinên Birêz Ocalan esas digire an na û fêm kir ku Gelê Kurd ji bo Birêz Ocalan çi dike. Desthilatdarî hîna van analîzên xwe dike.”   ‘Desthilatdarî xwe ker kiriye’   Sozdarê destnîşan kir ku desthilatdarî tenê li dijî grevan bêdeng nemaye û di nav xwe de pirsgirêkan dijî, di alî aborî û siyasî de ketine tengasiyê û ev tişt vegot: “Desthilatdarî mirovan birçî dihêle û mahkumê birçîbûnê dike. Mirov ji ber birçîbûnê xwe dikujin. Tenê li Tirkiyeyê bi sedan jin ji ber van sedeman tên qetilkirin. Di pêvajoyên greva birçîbûnê de her tim rojev tê guherin û xwe ker dikin. Ji ber desthilatdariyê di rojên borî de mirovekî kal cemidî û jiyana xwe ji dest da. Em dibin şahîd û her roj li kolanan jin tên qetilkirin û tecawizkirin. Desthilatdarî li şûna li dijî van pêkanînan be, bêdeng dimîne.”   ‘Ji bo aliyên muxalîf bang’   Sozdarê banga piştevaniyê li hemû kurd û gelên tirk kir û got: “Li dijî van dijhiqûqî û birçîbûnê hewl didin HDP’ê bigirin û pereyê ku HDP ji xezînê digire bibire. Ez bang li hemû muxalîf û kesên xwedî wijdan dikim. Divê her kes bibe yek û bêdeng nemîne.”