Emîne Çetîner: Gef û êrîş nikarin me bêdeng bikin 2021-01-28 09:11:39   Medya Uren   MÊRDÎN - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Rihayê têkildarê tecrîdê û êrişên li dijî çalekiyên ji bo tecrîdê tên kirin axivî û got: “Tu gef û êriş nikarin me bêdeng bikin. Tecrîd sucê mirovahiyê ye û heta ku em tecrîdê têk bibin em ê li qadan bin.”   Çalekiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatine destpê kirin di roja xwe ya 63’an de berdewam dikin.  Ji derve jî siyasetmendar û malbatên girtiyan bi çalekiyên cur bi cur re piştgiriyê didin grevan. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihê jî di vê çarçoveyê de bi minasebeta piştgiriyê pankarta li ser,“ Tecrît Sucê Mirovahiyê ye, Deng Bidin Dengê Girtiyan, Xebera We Ji Girtîgehan Heye” nivîsandiye bi avahiya xwe ve daleqandibû.  Lê polîsan êrişî avahiyê kiribûn û xwestin dest deynin ser pankartê. HDP’yîyên li dijî vê derketin jî hatibûn binçavkirin.     Yek ji kesên ku hatin binçavkirin û piştre hat berdan Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner derbarê êrîşên li ser avahiya xwe û grevên birçîbûnê nirxandin kir.   ‘Bidawîkirina tecrîdê berpirsyariya me hemuyan e’   Emîne Çetîner di serî de bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha got: “22 sal in tecrîda girankirî li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Di kesayeta birêz Abdullah  Ocalan de li ser hemû girtiyên siyasî û li ser Gelê Kurd tecrît tê meşandin. Bi hezaran girtî jî bi armanca şkandina tecrîdê di greva biçrîbûnê de ne.  Ji ber vê sedemê xwedîderketina li çalekiyan berpirsyariya me hemûyan e. Divê em berî hertişî tecrîdê bişkînin.”   ‘Me xwest em bibin dengê girtiyan’   Emîne di berdewamiya axaftina xwe de wiha qala êrişa ku bi ser wan de hatiye kir: “Me weke rêxistina HDP’ê ya Rihayê bi daleqandina pankartê re xwest bibin dengê girtiyan. Lê polîsan êrîş kir û xwestin pankartê bibin. Ji ber ku em li dijî komkirina pankartê derketin rêveberê navenda me Ahmet İstek,  Mehmet Ferît Tamga û min binçav kirin. Di dema binçavkirinê de tundî li me kirin û ji me re gotin hemû çalekiyên li dijî tecrîdê sûc in.”   ‘Heta tecrît bi dawî nebe em ê li qadan bin’   Emîne wiha berdewam kir: “Çalekiyên greva birçîbûnê û xwedî derketina li van çalekiyan ne tiştekî îlegal e. Ango tevlibûna van çalakiyan jî tercîha kes e. Kes nikare ji ber van sedeman çalekvanan sucdar bike. Lê li Tirkiyê rewş cuda ye. Di girtîgehan de zextan li girtiyan dikin ji derve ji kesên ku piştgirî didin wan tên astengkirin. Avahiya me û hemû rêhevalên me di bin gefa polîsan de ne. Em tim di bin çavdêriya wan de ne. Lê em ne biyaniyên van êrîşan e û em dibêjin heta ku em tecrîdê bidawî bikin em ê çalekiyên xwe bidin berdewamkirin. Em ji girtinan û gefan natirsin.”   ‘Em ê bi ser kevin’   Emîne wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tecrîd sucê mirovahiyê ye û tu êriş ji nikarin vê rastiyê biguherin. Heta ku em tecrîdê bişkînin jî em ê vê rastiyê bibêjin. Em li hemberî tu kesî serî natewîn. Em bi biryar in û em ê tecîrdê bi dawî bikin. Banga min ji hemû gelê me re ye ku di vî aliyî de hestiyar nêz bibin. Ji ber ku heta tecrîd bi dawî nebe em ji azad nabin. Em ê bi ser kevin.”