Jinên êzidî: Ji rêxistinbûn û hêza jinan ditirsin 2021-01-28 09:07:55   Evîn Zenda - Nesrîn Hisên    ŞENGAL - Jinên êzidî qetilkirina Seida Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr bi tundî şermezar kirin û gotin: "Dijmin her tim ji rêxistinbûna jinan û ji hêzbûna jinan ditirse. Dijmin dema dibîne jin pêş dikevin û bi ser dikevin demildest êrişê dikin. Divê bê zanîn ku em bêdeng nabin û em ê li dijî her cûreyên êrişan li ber xwe bidin."   Hevseroka meclisa bajaroka Til El-Şayir a girêdayî navçeya Deşîşa a Kantona Hesekê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr di 22'yê çilê ji hêla DAÎŞ'ê ve hatin revandin û li bajaroka Til Şayir a navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê hatin qetilkirin. Jinên êzidî derbarê qetilkirina her du jinan de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    'Divê cîhan bêdeng nemîne'   Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nîam Îlyas, di axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina Seida Feysal El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr û got: "Em ji qetilkirina her du jinan gelekî bi bandor bûn û em pê êşiyan. Her du jin ji hêla DAÎŞ'ê ve bi hovane hatin qetilkirin. Em êşa wan gelek baş dizanin ji ber ku êşa me û ya wan heman êş e. Her du jin pêşengbûn û dixebitin. Jin li ku derê xwebirêxistin bike li vir dijmin êriş dike. Mînaka ber bi çav jî Rojava ye. Jinên kurd bi her awayî xwe bi rêxistin dikin û xebatên xwe yên xweser domandin. Jin li Rojava pêşengtiya civaka xwe kirin û jin çarşefên xwe yên reş li ser xwe avêtin. Ez di vê baweriyê de me ku jin dema bixwaze dikare her tiştî bike û hêza wê heye."   'Divê dagirkirina Şengalê neyê qebûlkirin'    Nîam, destnîşan kir ku wekî TAJÊ piştgirî didin têkoşîna jinên Rojava û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em qetilkirina her du jinan bi tundî şermezar dikin. Em bang li tevahiya jinên cîhanê dikin ku li hemberî kiryarên hovane bêdeng nemînin. Em ji kuştin û tundiya li hemberî jinê re dibêjin êdî bes e. Ji bo mafê xwe divê jin li ber xwe bidin. Em ê tola jinên ku hatine qetilkirin bigirin. Em ê li pey şopa wan bin. Her wiha niha Şengal di rewşeke xeter de ye dibe ku Şengal bê dagirkirin. Divê ev tişt ji hêla gel ve neyê qebûlkirin."   'Jin dê axa xwe biparêzin'    Endama TAJÊ Pakîze Celal, di axaftina xwe ya destpêke de qetilkirina her du jinan şermezar kir û diyar kir ku nahelin ku jin serî rake, xwe bi rêxistin bike û têbikoşe. Pakîze, daxuyand ku ku rêxistinbûna jinê di vê pêvajoyê de girîng e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jin sitûna civakbûnê ye, ji bo hilweşandina vê sitûnê her tim qetlîaman pêk tînin. Em jin û dayikên Şengalê ji wan qetilkirina jinan pir xemgîn dibin. Em îro Rojava dibînin jin hatiye kijan astê û êdî pêşengiya civakê dikin. Civîn, meş û çalakiyên xweser li dar dixin. Em dixwazin jinên êzidî jî bi vî rengî têbikoşin. Xwedî li axa xwe, zarokên xwe asayîşa xwe derkevin."   'Yekitiya jinan hewce ye"   Pakîze, da zanîn ku li hemberî Şengalê hêj planên qirêj didomîn û wiha axivî: " Li Şengalê li her qadên jiyanê rêxistinbûnek heye. Bi taybetî jî jin hewl didin xwebirêxistin bikin. Jin li dijî her cûreyên êrîş, dagirkirin, biryar girtina li ser Şengalê bertekên xwe tînin ziman. Hewldana hikûmea Iraqê tê wateya qirkirina êzidiyan. Li dijî wan yekan divê em berxwedana xwe mezin bikin.  Ez carek din qetilkirina her du jinan şermezar dikim û ez banga yekitiya jinan dikim. Her wiha ez ji kuştin, qetilkirin û dagirkirinê re dibêjin êdî bes e."    'Dê li ber xwe bidin'   Sêvê Kûrto di axaftina xwe de bal kişand ser her du jinên ku li Hesekê hatin qetilkirin û got: "Jinên li Rojava û jinên li Şengalê yek in. Em qetil kirina wan şermezar dikin û em ê tola hemû jinên hatine qetilkirin bigirin. Dijmin ji rêxistinbûna jinê û ji hêza jinan ditirse. Dijmin dema dibîne jin pêş dikevin û bi ser dikevin demildest êriş dike. Ji bo ku bindestiya jinê bidome jinê qetil dikin. Em jî di dema fermanê de bi gelek cureyên êrişan re rûbirû man. Em ketin destê DAÎŞ'ê, em hatin qetilkirin, em li bazaran hatin firotin. Piştî ku Şengal ji DAÎŞ'ê rizgar bû rêxistinbûn li pêş ket. Niha rewşa me ya jinan ne wekî beriya fermanê ye."   Sêvê, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê tola hevalên xwe hildin, bi awayê herî çalak li ber xwe bidin. Her wiha jin dê di her helê de xwe perwerde bike û xwe pêş bixe."