Jinên ji ber êrişan birîndar bûn: Zarokên bê guneh qetil dikin 2021-01-28 09:05:36   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Jinên ji şêniyên Kantona Efrînê yên ku di komkujiya Til Rifetê de birîndar bûne, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifetê wiha gotin:"Dewleta tirk sivîlan dike hedef û zarokên bê guneh qetil dike. Dewletên navneteweyî dibînin rewş çawa ye, lê ew bi xwe jî hevkariyê bi tirkiyeyê re dikin. Bila qêrîna me bê bihîstin û em rehet bijîn."   Dewleta tirk û hevkarên wê bi êrişên di 23'yê Çileya 2021'an komkujiyek li navçeya Til Rifetê ya Kantona Şehbayê pêk anî. Di encamê de di nav de 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn. Heta vê kêliyê êrîşên dewleta tirk berdewam in. Têkildarî mijarê jinên ji şêniyên Kantona Efrînê ku koçî Til Rifetê bûne û di komkujiyê de birîndar bûne, li ser kêliyên êrîşê ji me re axivîn.    'Em mafê xwe yê jiyanê dixwazin'   Jina bi navê Aliye Heyder Hebeş a 19 salî di encama komkujîyê de birîndar bû, da zanîn ku ew ji ling, dest û serê xwe birîdar bû û wiha qala komkujiyê kir:"Dema ez di rê de ber malê ve diçûm, dengê topbaranê hate min, lê min nizanîbû ewqas nêzî min e. Dema ez birîndar jî bûm, min hîs nekir, tenê dûmana reş xuya dikir. Piştî wê ez ser hişê xwe çûm û min çavên xwe li nexweşxaneyê vekir. Birînên min pir diêşin. Dewleta tirk çi ji me dixwaze? Ji ber topbaranê zarokên me bi tirs in. Newêrin  derkevin kolanê û tu kes jî ji dewleta tirk dengê xwe nake. Em mafê xwe yê jiyanê dixwazin."   'Dewleta tirk topên xwe davêjê nava sivîlan'   Bêrîvan Mihemed Sîno jî diyar kir ku dewleta tirk êrişên xwe li ser sivîlan pêk tîne û wan ji xwe re dike hedef û wiha pê de çû: "Em ji xwe re li kolanê bûn, dema dengê topbaranê hate min, lawê min ji ber çavên min winda bû. Ez di nav wê topbaranê de li lawê xwe geriyam, piştî min ew dît tiştek pê nehatiye em ketin malê. Êrîşan demekê dewam kir, tirs pir hebû, me nizanîbû em ê vê carê kê winda bikin. Em her zehmetiyan derbas dikin, da ku zarokên me bi aramî bijîn. Dewleta tirk sivîlan ji xwe re dike hedef û zarokên bê guneh qetil dike. Dewletên navneteweyî dibînin rewş çawa ye, lê ew bi xwe jî hevkariyê bi tirkiyeyê re dikin. Bila qêrîna me bê bihîstin û em rehet bijîn."