'Ji bo edalet û demokrasiyê divê tecrîd bi dawî bibe' 2021-01-28 09:02:52   Sara Şêx Hesen   HELEB - Jinên ji taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê bertek li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşadin nîşan dan û gotin:"Yê ku hêz û bawerî daye me ku em serî li hember dagirkeran û faşîzmê rakin Rêber Apo ye. Rêber Apo daxwaza wekheviyê û edaletê dikir, ji bo wekhevî û demokrasiye di nava têkoşînê de ye. Ji bo edalet û demokrasiyê divê tecrîd bi dawî bibe."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komploke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta tirk hate kirin. Ev 21 sal in Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dide û ev demeke dirêj e ku tecrîdeke giran li ser tê meşandin. Li dijî tecrîda girankirî Gelê Kurd û dostên wan di nava çalakiyan de ne û her daxwaza maf û azadiyê Abdullah Ocalan dikin. Li dijî tecrîdê her dem bertek û nerazîbûn ji aliyê gel ve bi rêya çalakiyan tên dayin. Têkildarî mijarê jinên bajarê Helebê nêrînên xwe anîn ziman.    'Ji bo edalet û demokrasiyê divê tecrîd bi dawî bibe'   Şîraz Silêman bertekên xwe li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin anî ziman û ev tişt got: "Ev komploya ku li ser Rêber Apo tê meşandin em bi tundî şermezar dikin. Em dizanin ku dijminê me yê yekemîn dewleta tirk e, lê dema mijar dibe kurd û mafê wan hemû dewlet bê deng dimînin û ev jî tê wateya piştgiriya wan a ji bo dewleta tirk. Dewleta tirk ji rêberê me çi dixwaze? Heger Rêber Apo azad nebe, em tu carî azad nabin û em nikarin bêjin ku em azad in. Yê ku hêz û bawerî daye me ku em serî li hember dagirkeran û faşîzmê rakin Rêber Apo ye. Rêber Apo daxwaza wekheviyê û edelatê dikir, ji bo wekhevî û demokrasiyê di nava têkoşînê de ye. Ji bo edalet û demokrasiyê divê tecrîd bi dawî bibe. Em ramanên Rêber Apo di jiyana xwe de esas digirin, bi saya fikrê azad em bûn xwedî statu û hebûn."   'Divê ji bo azadiya Rêber Apo em li ser piya bin'   Di dawiya axaftina xwe de Şîrazê bang li dewletên navneteweyî kir ku li dijî tecrîdê helwesteke cidî nişan bidin û wiha gotina xwe bi lêv kir: "Êdî bes e ji hemû rêxistin û dewletên ku qaşo banga mafê mirovan dikin. Divê bi erka xwe ya mirovî rabin û dawî li tecrîdê bînin. Em jin divê ji bo azadiya Rêber Apo her dem li ser piya bin, heta ku em azadiya wî mîsoger bikin."   'Rêber Apo ji bo tevahî gelan têdikoşe'   Ewaş Mihemed jî bal kişand li ser binpêkirinên mafan û zordariya ku di hundirê zindanê de tê kirin û wiha nêrîna xwe parve kir: "Rêber Apo ne tenê ji bo mafê gelê kurd bang dike, banga azadî û xelaskirina mafê hemû gelên bindest dike. Di zindana dewleta tirk de mafê girtiya nîne kiryarên dijmirovî li wan têne kirin. Em ji Rêberê xwe qut nabin, bi hemû rê û rêbazan em ê ji bo azadiya wî û belavkirina fikrê wî xebata xwe xurt bikin."