ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-28 09:00:00   *Jinên ji taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê bertek li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşadin nîşan dan û gotin:"Yê ku hêz û bawerî daye me ku em serî li hember dagirkeran û faşîzmê rakin Rêber Apo ye. Rêber Apo daxwaza wekheviyê û edaletê dikir, ji bo wekhevî û demokrasiye di nava têkoşînê de ye. Ji bo edalet û demokrasiyê divê tecrîd bi dawî bibe."DÎMEN HEYE   *Jinên ji şêniyên Kantona Efrînê yên ku di komkujiya Til Rifetê de birîndar bûne, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifetê wiha gotin:"Dewleta tirk sivîlan dike hedef û zarokên bê guneh qetil dike. Dewletên navneteweyî dibînin rewş çawa ye, lê ew bi xwe jî hevkariyê bi tirkiyeyê re dikin. Bila qêrîna me bê bihîstin û em rehet bijîn." DÎMEN HEYE   * Ji Rêveberiya Aboriya Jinê ya navçeya Tirbespiyê Gûlçîn Abdullah Osman, kar û xebatên kooperatîfa jinê ya çandiniyê nirxand. Gulçînê wiha got: "Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re me bi destên xwe kar û xebatên aborî û kooperatifê meşand. Bi rihê komînal kar û xebatên me bi rê ve diçin " DÎMEN HEYE   *Hevşaredara HDP’ê ya Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Bêrîvan Kutlu, diyar kir ku bi her cureyan êrişê li HDP'ê dikin û got: "Heta îro gelek partiyên me hatin girtin û partiyên nû hatin vekirin. Lê belê divê bê zanîn ku berxwedana me û armanca têkoşîna me dê her tim bidome." BI DÎMEN    * Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Rihayê têkildarê tecrîdê û êrişên li dijî çalekiyên ji bo tecrîdê tên kirin axivî û got: “Tu gef û êriş nikarin me bê deng bikin. Tecrîd sucê mirovahiyê ye û heta ku em tecrîdê têk bibin em ê li qadan bin.” DÎMEN HEYE   *Jinên êzidî qetilkirina Seida Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr bi tundî şermezar kirin û gotin: "Dijmin her tim ji rêxistinbûna jinan û ji hêzbûna jinan ditirse. Dijmin dema dibîne jin pêş dikevin û bi ser dikevin demildest êrişê dikin. Divê bê zanîn ku em bêdeng nabin û em ê li dijî her cûreyên êrişan li ber xwe bidin." BI DÎMEN   *Hevseroka HDP’a Şemzînanê Sozdal Atîlla diyar kir ku divê xwedî li greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bê derketin û got: “Tecrîd pêkanîneke ji birçîhiştina gel bigirin heta tayînkirina qeyûman a ji bo şaredarî û zanîngehan e.” DÎMEN HEYE   *Endama Lijneya Rêveberiya TTO'yê ya Amedê Çagla Îzcî, da zanîn ku grevên birçîbûnê li gorî yên salên borî dikare texrîbatên hîn bêtir mezin ava bikin û got: “Tê payîn ku nexweşiyên ‘wernîcke korsakoff’ ya dibe sedema windabûna hiş, zûtir bên dîtin.” DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Kudret Botan li Wanê dirûnvaniyê dike û jina bi navê Sema Savci jî li Agiriyê heman karî dike. Her du jin her çiqas li bajarên cuda heman karî bikin jî ji ber krîzê hatine asta ku nikarin bixebitin. Jinan diyar kirin ku ji ber krîza aborî ya ku di pêvajoya vîrusê de hîn bêtir giran bûye nikarin êdî karê xwe bikin û gotin: “Berê deriyên me nedihatin girtin, niha jî venabin.” DÎMEN HEYE   *Li dijî komkujiya Til Rifetê ew ê li Til Rifetê meş bê lidarxistin. (13.00)   *Dê TJA'ê têkildarî girtina Ayşe Gokkan de li Mêrdînê daxuyaniyê bide. (11.30)   * TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê, derbarê biryara girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de daxuyaniyê dê bide. (11.00)   *Ji bo girtina Ayşe Gokkan li ber Edliyeya Amedê wê daxuyanî bê dayin.(10:00)