Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Olbecî hat girtin 2021-01-28 08:59:05   ENQERE - Aktîvîsa TJA'yê Zeynep Olbecî ku di çarçoveya lêpirsîna Kobobanê de hat binçavkirin ji aliyê 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat girtin.   Di çaçrçoveya lêpirsîna Kobanê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Olbecî hat binçavkirin. Zeynep a ku li Stenbolê hat binçavkirin,  bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşîna 22'emîn Cezayê Giran a Enqereyê ku îdanameya Kobanê ji aliyê wê ve hatibû amade kirin bû. Di daneşînê de parêzerên Zeynep jî cih girtin.    Heyeta dadgehê ku piştî parastina parêzeran biryara xwe aşkera kir, diyar kir ku gûmana sûcekî mezin heye û bi hinceta ku dibe Zeyenp birevE derbarê wê de biryara girtinê da.    Di çarçoveya îdanameya Kobanê de hejmara kesên ku hatin girtin gihîşt 28 kesî.