Nûran Îmîr a ji aliyê AA'yê ve hedef hat nîşandan daxuyanî da 2021-01-28 08:45:07   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr a ji aliyê AA'yê ve wekî hedef hat nîşandan di daxuyaniya da de wiha got:"Ajansa malûm xwe hem wekî kolluk hem wekî meqama lêpirsînê û hem jî xwe wekî merciya darazê dibîne xebatkarên partiya me wekî endamên rêxistinê min jî wekî alîkar nîşan dide û li gor xwe min didarizînin. Em mafê xwe yê serîlêdana rêyên zagonî yên li dijî van buxtanan veşartî dihêlin."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr têkildarî hedefnîşandayina xwe ya bi nûçeyên manîpulatîf ên ji aliyê medyaya alîgir a hukumetê tên amadekirin daxuyanî da. Di nûçeya dawî ya Ajansa Anadoloyê (AA) de tevî Nûran Îmir a HDP'yî ajansa me jî wekî hedef hatibû nîşandan.    'Bi propagansayên reşkirinê me dikin hedef'   Nûranê di parvekirina xwe de wiha got:"Ev demeke dirêj e bi nûçeyên ji aliyê medyaya qesrê ve tên servîskirin ji ser min dixwazin partiya me biçewisînin. Bi propagansayên reşkirinê me dikin hedef. Ajansên malûm çawa dibe nizanim li gor nûçeya xwe xwe gihaştine dosyaya min a ku biryara veşartinê li ser hatiye dayin û derbarê min de hukmê teqez didin. Di dîmenên ji medyayê hatine servîskirin û ne jî di îfadeyên di dosyayê de şopeke biçûk jî ya min ew telefon girtiye tune ye. Ajansa malûm xwe hem wekî kolluk hem wekî meqama lêpirsînê û hem jî xwe wekî merciya darazê dibîne xebatkarên partiya me wekî endamên rêxistinê min jî wekî alîkar nîşan dide û li gor xwe min didarizînin. Em mafê xwe yê serîlêdana rêyên zagonî yên li dijî van buxtanan veşartî dihêlin."