Polîsên ku xwestin daxuyaniyê asteng bikin bîrdarî dorpêç kirin 2021-01-27 17:18:38   AMED - Polîsên ku xwestin daxuyaniya derbarê tecrîd û greva birçîbûnê de asteng bike Bîrdariya Mafên mirovan ku wê daxuyanî li ber bihata dayîn dorpêç kirin.   MEBYA-DER’ê xwest li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan ji kesên xwestin tevli daxuyaniyê binin re gotin ew ê destûrê nedin tu daxuyaniyên derbarê “greva birçîbûnê” û “tecrîdê” de û daxuyanî asteng kirin.    Polîsan xestên xwestin tevli daxuyaniyê bibin û Bîrdariya Mafên Mirovan dorpêç kirin û bi barîkatan dora bîrdariyê girtin. Di navbera polîs û şandeyê de demek dirêj niqaşan berdewam kir, lê dîsa jî polîsan destûr neda ku daxuyanî bê dayîn. Li ser destûrnedayînê beşdarên daxuyaniyê çûn ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sûrê. Polîsan avahiya HDP’ê jî dorpêç kirin. Girseyê bertek nîşanî polîsan da û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.    Girse piştre derbasî avahiya MEBYA-DER’ê bû û daxuyanî da. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag daxuyanî da û bertek nîşanî astengiya polîsan derxist da. Şehmus destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyan demildest werin qebûlkirin û got: “Divê cenaze ji girtîgehan neyên derxistin. Lewma jî lazim e rayedar guh bidin daxwazê. Tecrîda li girtîgehan di heman demê de rê li ber rûxandina civakê jî vedike. Rewşa girtîgehan bûye awêneya welat. Divê li gorî qanûnên destûra bingehîn daxwaz werin pejirandin. Em jî wek rêxistinên sivîl dibêjin dawî li tecrîdê û binpêkirina mafan bînin û daxwaza girtiyan daxwaza me ye.”