'Bi hedefgirtinê dixwazin şoreşa jinê têk bibin' 2021-01-27 17:02:36     ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehdasa Şehbayê, li dijî hedefgirtina jinan û kiryarên dewleta tirk ên derheqê sivîlên Til Rifetê de meşek li dar xist.    Li dijî hedefgirtina jinan û kiryarên dewleta tirk ên derheqê sivîlên Til Rifetê de pêk tîne, bi dirûşma "Jin nayên qetilkirin, tên azadkirin" Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehdasa Şehbayê meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de şêniyên navçeya Ehdasê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, xwendekar beşdar bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên sivîlên komkujiya Tel Rifetê û komkujiya gundê Aqîbê, her wiha pankartên bi nivîsa "Bi rihê berxwedanê em ê faşîzmê têk bibin" hatin hildan. Meşê  ji lîstokgeha gundê Babinisê yê Şehbayê dest pê kir û li qada gundê Babinisê rawestiya.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdasê Hemîde Mihemed axaftin kir.    Hemîde destpêkê hedefgirtina jinan a li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Rêber Apo dibêje ‘me bi jin û ciwanan dest pê kir ‘dijmin dixwaze vê gotinê û şoreşa ku Rêber Apo ava kiriye tune bike. Di şexsê jinan de dixwazin me lawaz bikin û dîsa civaka me bikin bin koletiya xwe de. Şoreşa me gihaştiya serkeftinê, îro tu kes nikare vê inkar bike, ji bo wê em ê jî heya dawiyê van serkeftinan biparêzin. Dijminên me nikarin vîna me bişkînin."   Paşê li ser navê Meclîsa Navçeya Ehdasê ya Şehbayê, Rêveberiya Meclîsê Raniya Hesen komkujiyên derheqê jinan de şermezar kir û wiha pê de çû: "Dijminên me dixwazin dîrokên qirkirinê ser me dubare bikin. Weke ku çawa niha li herêmên dagirkirî kiryar pêk tên, dixwazin li derveyî herêmên dagirkirî jî pêk bînin. Em hemû pêkhateyên di Sûriyeyê de bi têkoşîneke mezin ber xwe didin û li dijî van neheqiyan em ê têbikoşin."    Meş bi dirûşma "Jin Jiyan azadî" bi dawî bû.