Pêşdibistanên li Mexmûrê ketin betlaneyê 2021-01-27 12:18:27     MEXMÛR - Îro xwendekarên pêşdibistanên Mexmûrê karneyên xwe girtin.     Pêşdibistanên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ketin betlaneyê. Zarokên ku li dibistanê kom bûn karneyên xwe girtin.    Mamosteya Pêşdibistana Şehîd Mizgîn Bihar Kara di merasîma dibistana xwe de axivî û bal kişand ser dayîna karneyan û got: "Me îro karnameyên xwendevanan belav kirin, bê guman dema em dibêjin perwerde pir girîng e û divê tenê ne xwendin û nivîsandin were bîra mirov. Her aliyê jiyanê ji bo mirovan perwerdeye. Di nava penabertiyê de bi serê xwe perwerde kirina zarokan zehmetiyekî xwe ya mezin heye. Lê di heman demê de aliyên xwe yên xweş jî hene. Dibin sîwana Wexfa Jinên Mexmûr de perwerdeya dibistanên dayikê erkê me ye. Li dibistana me ya Şehîd Mizgîn nêzî 30 xwendekarên xwe hene."   Bihar, diyar kir ku li dibistanan tenê erkê ne fêrkirina dersane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di aliyê hevaltî de di aliyê heskirin û têkiliyên hevaltî de em bi zarokan re eleqedar dibin. Bê guman em bi malbatên wan re jî di nava nîqaşan de ne ku li mal û li derve derûniya zarokan li ber çav were girtin. Bi demê re guhertinên ku bi zarokan re çêdibin em di şopînin."   Bihar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Weke tê zanîn demeke dirêje rêyên wargehê hatine girtin, hatin û çuyîn nîne. Malbat di aliyê aborî de zehmetiyan dikişînin, nikarin pêwistiyên zarokên xwe bistînin. Lê ligel hemû zor û zehmetiyan me îsal perwerdeya zarokan pêk anî."   Piştî merasîmê zarokan karneyên xwe girtin.