Qedexeya li Bagokê rabû: Jinek di bin çavan de ye 2021-01-27 10:24:49     MÊRDÎN / BEDLIS - Qedexeya li Çiyayê Bagoka Nisêbînê hatibû îlankirin bi dawî bû. Her wiha qedexeya derketina derve ya li 10 gund û bajarokan hatibû îlankirin bi dawî bû. Gulperî Aslan a bi destpêkirina operasyonan hatibû binçavkirin jî hîn nehatiye berdan.    Ji ber operasyona artêşa tirk li 16 taxên Navçeya Nisêbînê qedexe hatibû îlankirin. Hat ragihandin ku qedexe bi dawî bû. Her wiha do Gulperî Aslan a 53 salî hate binçavkirin.   Li  16’e taxên navçeya Nisêbînê,  ji ber sedema operesyonên leşkerî di 25’ê Çileyê de ji aliyê Waliyê Nisêbînê ve qedexe hatibû îlankirin. Qedexe duh di saet 23.45’an de hat rakirin. Welatiya bi navê Gulperî Aslan (53) ya ku li gundê Marîneyê dijî hate binçavkirin.  Karê îfadeyê yê Gulperî Aslan didome.   Bedlîs   Di 11'ê Çileyê de ji aliyê Walîtiya Bedlisê ve li 10 gunde û bajarokên girêdayî navendê qexexeya derketina derve hat îlankirin. Walîtiyê ragihand ku qedexeya derketina derve bi dawî bûye.